Rojî roja sêşemî 5ê Xakelêweya a sala 1404an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê “Omîd Mewlûdiyan” xelkê gundê “Kehrîze Serdar” a ser bi bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor jêderekî agehdar, hêzên asayîşê ew ciwanê 22 salî bêyî fermanek li malê girtine.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê han bi hinceta beşdariya di rêûresima Newrozê de hatiye binçavkirin.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti agahiyek li derheq çarenivîs û tohmetên li derheq Omîd Mewlûdîyan de li ber dest nîne.