Roja Înê 1’ê Xakelêweya 1404’an a Rojî, Tehsîn Dadraes girtiyê siyasî yê berê xelkê gundê “Serdoş”a Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo ciheke nediyar hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bi ser cihê karê vî welatiyê Kurd li Merîwanê de girtin û bêyî belgeya dadgehê ew binçav kirin.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirina Dadres û tohmetên han de ti zanyarî li ber dest nînin.

Ev girtiyê siyasî yê berê, roja Pêncşemî 13’ê Cozerdana 1402’an a Rojî, bi efûkirina dezgeha dadwerî, ji girtîgeha Merîwanê hatibû azadkirin.