Roja Sêşemî 17’ê Rêbendanê welatiyekî Kurd bi navê “Soran Paçîde” kurê Mihemed xelkê gundê “Qibaxkendî” a ser bi bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî biryara dadgehê ev welatiyê temen 31 salî binçav kirine. 

Vê çavkaniya agehdar got jî: Heya niha hewlên malbata Paçîde ji bo zanîna çarenivîsa kurê xwe bê encam mane. 

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî Soran Paçîde de nîne.