Êvariya roja Sêşemî 17`ê Rêbendanê, kolberek bi navê “Ferîd Rubîna” li sînorê “Encîran”a Merîwanê bi sedema sermayê canê xwe ji dest da. 

Li gor çavkaniyek agehdar, termê vî kolberî piştî 7 demjimêrên lêgerînê li bilindahiyên sînorê “Encîran” a Merîwanê hatiye dîtin. 

Ev Kolber 20 rojan beriya niha jiyana hevpar pêk anîbû. 

Ferîd Rubîna xelkê gundê “Çalî Sûr” û rûniştiyê bajarê Merîwanê bû. 

Li gor amarên tomarkirî li navenda statîstîkên rêxistina mafê mirov a Kurdpa, ji sala 2012’an heya sala 2023’an, li ser hev 2206 kolber hatine kuştin û birîndar kirin (589 kuştî û 1617 birîndar). 

 Temenê 40 ji kolberên hatinî kuştin û birîndarkirin di bin 18 salî de ne. 

Zêdetirî ji sedî 73 ji van kolberan bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin û birîndarkirin. 

Kuştî û birîndarên ji ber ketina berfê bi rêjeya ji %6, ji ber sirr û seqemê bi rêjeya %4 û ji ber teqîna mînan bi rêjeya %4 yek ji sedemên herî girîng ên mirin û birîndarbûna Kolberan in.