Li gorî rapora ajansa nûçan a Hiranayê, danê sibê roja Çarşemî 11ê Rêbendanê, girtiyê bi navê “Hisên Hebîbî” li girtîgeha navendî ya Urmiyê hat îdamkirin û di vê navberê de hejmara girtiyên di vê rojê de hatin îdamkirin derket 2yan. 

Ev girtiyê han beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dzgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 

Heta dema belav bûna nûçeyê, îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin. 

Di vê derheqê de, sibeha roja Çarşemî 11`ê Rêbendanê, girtiyê bi navê “Mehdî Azeryûn” yê xelkê Urmiyê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate îdamkirin.