Roja Pêncşemî 12’ê Rêbendana 1402’an, nûçegihanekî herêmî bi navê “Awat Mam Selîm” naskirî bi “Awat Birno” bo Îdareya Îtilaata Pîranşarê hat gazîkirin û lêpirsîna wî hat kirin û telefona wî jî hat zeftkirin. 

Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev nûçegihanê han bi sebeba çalakiyên xwe û amadekirina raportekê li ser merasîma oxirkirina sê çiyageran li roja 28’ê Befranbara 1402’an û Fêryar Emînîpûr ciwanê werizişvanê xelkê Seqizê, bo Îdareya Îtila’ata Pîranşarê hatiye gazîkirin. 

Vê çavkaniya agehdar got jî; Hêzên ewlehiyê li ser rûpela înstagramê, telefona desta ya vî nûçegihanî, nûçeyên dijî partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê û bangewaziya 22ê Rêbendanê belav kirine. 

Awat Mam Selîm nûçegihanê malpera “Kurdpeyam”ê ye. Piştî îfadeya çend demjmêrî ji girtîgehê derket.