Sibeha roja Yekşemî 8’ê Rebendanê,  girtiyê bi navê “Mihemedriza XQorbanî” ku pêştir bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin, li girtîgeha Qizilhisar a bajarê Kerecê hate îdamkirin. 

Ev girtiyê han roja Şemî 7ê Rêbendanê ji bo cîbicîkirina cezayê îdamê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhisarê hatibû veguhastin. 

Mihemedriza Qorbanî xelkê bajarê Aavdanan a ser bi parêzgeha Îlamê, 5 salan beriya niha bi tohmeta “kirîn û firotina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.