Êvariya roja Sêşemî 16`ê Xezelwerê, kolberekî Kurd bi navê “Azad Starpenah” kurê Mehmûd û Emîna xelkê Seqizê, li sînorê Bane ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat kuştin.
Hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê Hengejale bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane vî kolberî.
Azad Starpenah, 43 saliye û xelkê gundê “Dere Ziyaret a jêrê” ya ser bi Seqizê, zewicî ye û du zarokên wî hene.





