Roja Sêşemî 25’ê Rezberê, Safa Ailî xalê Jîna-Mehsa Emînî, piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Seqizê bi awayekî demkî hate berdan. 

Ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re hatbû bêparkirin. 

  Roja Sêşemî 14ê Xermananê, Sfa Ailî xalê Jîna-Mehsa Emînî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Sine veguhastibûn. 

Hêzên ewlehiyê bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, avêtibûn ser mala Ailî û ew binçavkiribûn. 

Heta niha li derheq sedema binçavkirin û tohmetên li ser Sefa A`ilî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.