Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Dêwolan ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.
Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 18`ê Gelawêjê, welatiyek Kurd ê bi navê “Sîros Ebasî”, xelkê bajarê Dêwolanê, piştî rexne kirin li rêberê hikûmeta Îranê û rewşa xirabe Îranê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve, hate desteserkirin.
“Ferîde Wesyî”, hevjîna “Sîros Ebasî” li derheq desteserkirina mêrê xwe di ser rûpela xwe ya Înistigramê nivîsî bû: Piştî ku mêrê min vidiyoyek ji xwe di ser rûpela xwe ya Înistigramê weşand ku, têde rexne li rêberê hikûmetê û rewşa xirab a niha kiribû, çendîn caran hêzên îtila`atê êrîşê ser mala me kirin, û bi awayekî xirab ku cîranên me jî şahidin, dixwastin bi bê hebûna destûra yasayî ya dadgehê mêrê min desteser bikin, lê piştî çend caran ku êrîş kirine ser mala me û derî û şûşêyên pencerên mala me şikandin, neçar bûn destûra yasayî ya dadgehê li dadgeha Dêwolanê verbigrin, û mêrê min desteser bikin.
Herwisa navbirî dabû zanîn, belkû berê diyar bû, lê îro û piştî çendîn caran rûbirû bûn digel reftarên qirêj û dûr ji rêzgirtin û heya dûr ji yasaya heyî ya hêzên îtila`atê, bi eşkire hate zanîn ku, rexne kirin li rêber, cezayeke mezine di komara Îslamî de.
Heya belavbûna vê nûçeyê, ji qedera wî welatiyê Kurd tu zaniyariyeke hûr liber dest nîne.





