Ajansa Kurdpa: Di nêzbûna birêveçûna konserta hunermendê navdar- Bîjen Kamkar li Mehabada rojhilatê Kurdistanê, di qezayeke terafîkê de hunermendekî Kurd jiyana xwe jidest da û yek jî bi tundî birîndar bû.
Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh çarşem 22`ê nîsanê, Erselan Qanê`zade -Hûnermendê alava muzîk a tembûr û xelkê mehabada rojhilatê Kurdstanê, li cadeya Tehran –Qezwîn a Îranê bi sedema qezaya terafîkê, jiyana xwe ji dest da.
Ew hunermendê Kurd endamê Orkêstêrê Fîlarmonîk a Mokryan li Mehabadê bû ku beriya mirnê hewldida xwe bo beşdarî kirin li Konserta Kamkaran amade bike.
Peyamnêrê Kurdpa li Mehabadê ragihan: Bi desema firotina bilîtên Konserta Bîjen Kamkaran, tevî qewimîna wê bûyera nexweş, konsertê bê lidarxist in.

Orkêstêra Fîlarmûnîk a Mokriyan beriya niha bi 6 salan ji aliyê Kawe Feqîzade ve hatiye damezrandin.
Bi biryara hatî dayîn konserta hunerî ya Kamkaran ji îro bo heyamê du rojan dê li holeya “Wehdet” a Mehabadê birê ve here.
Pêwîste bê gotin di wê qezaya terafîkê de herwisa Selah Xizrî-…… Hunermendekî din yê Kurd ku di torombêla qelibî de bûye, bi tundî hatiye birîndar kirn û niha li nexweşxaneyê bin çavdêriya bijîşkî de ye.
Erselan Qanizade ji hunermendên çalak yên Mehabadê bû ku ji sala 2010-2011`an, wek endamê Orkêstêra Fîlarmûnîk a Mokriyan hatibû qebûl kirin. Ji wî hunermendê Kurd çendîn berhemên giranbiha bi cih mane.





