Ajansa Kurdpa: Kirîza du golên Urmiye û Zirêbar li rojhilatê Kurdistanê, wan du çavkaniyên xwezayî û dilveker, ji xeyalên karesatê ber bi rastiyan ve dibe. îhtimala çûna navê Zirêbar û Urmiye di nav lîsteya reş a “Montêro”roj pey roj zêdetir dibe.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, tevî hişdariyên bi salan ên çalakiyên jîngehparêz Li Kurdistanê û cîhanê, du golên xwezayî ên Zirêbar li Merîwan û Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, ber bi sînorê ziwabûnê diçin.
“Montêro”bajarekî Siwisraya Ewropa ye ku hemû gol û deryayên ku ji holê rabûne û ber bi sînorê hişikbûnê ve diçin, navê wan di nav lîsteyeke reş tomar dike û cem xwe dihêle.
Roja 2’ê Şibat (February),bi roja gol û behrên cihanê hatiye naskirin. Bi belavbûna raportên tayber liser pirsa du deryaçeyên Urmiye û Zirêbar (li hindik medya û malperên cîhanî), rewşa kirîza wan golane hatiye piştrast kirin.
Encûmena Kesk a Çiya li Merîwana rojhilatê Kurdistanê, raportek liser vê pirsê belav kir û got: Zirêbar jî mimkin e wek golên din yên Îranê bi navên Şorgol, Şadikan, Hamûn Enzelî û hwd... here nava lîsteye reş a Monêtro de.

Heyamek beriya niha karzanên jîngehparêzî, qamûşên derdora Zirêbarê, ji sedemên sereke ên hişkbûnê wê golê binav kiribûn.
Her liser vê pirsê, rojnameya “Ciwan” a ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê, li nûtirîn hejmara xwe de, behsa îhtimala çûna navê goha Urmiyê li nav lîsteya reş a “Monêtro” kiribû.
Li gorî gotinên karzan û pisporan, çêkirina pira liser deryayê, saz kirina barajan, kêmavî û hişiksalî, nêçîra neyasayî, çêkirina pirojeyên avakirinê nêzî golê, hanîna cûneyên hov ên ajalan bi hinceta zêdebûnê û perwerde kirnê (li derdora golê) , bûna petrolê nêzî deryayê û hwd... ji sedemên hişk bûna behra Urmiyê dizanin.
Nûçegihaniya “Îrna” di raportekî de ragihandibû ku ji hezar gol û deryayên welatê Îranê, 800 gol di bin rewşa kirîzê de dimînin.





