Heftiya 4im heyva Pûşper a 1392a rojî
Bi armanca berçavtir kirina zêde û analîza pirsgirêkên girêdayî yên taybet bi jinan, ajansa Kurdpa bi formek hefiyane raportik bi navê ‘Kezî’diweşîne.
Amanca sereke a weşana wê raporta taybet, berçavtir kirina berpê kirinên der heq jinan û her wisa giringî dan bi gelempera çalakiyên jinan ku ji aliyê jinan û rêxirawên hogir bi jinan tê kirin. Bi hegere berpanî û giringiya wê babetê û her wisa nebûna dengdan ji naw medyayan de, “Kezî” bi formek ron bûyî dixebite ser babet û pirgirêkên jinan li nawçên kurdrûniştiyên Îran; lê mana ne ewe ku nawçên Îranên yên din tên pişt guh havêtin, ber vê ajansa nûçe gehaniya kurdpa hewl dide gorek derfetê, giringî bi hemû nawçên din yê Îranê bide.
Li raporta wê hefiyê de, doma xwekuştina jin û kiçên kurda, girtina hevwelatiyik bawimendê ola Kirîstiyan, bêpar kirina hevwelatiyik Behayî ji xwendin, girtina Ferîba Pijwe, dadgehî kirina Faizê Refsencanî û mirexesî dan bi “ Mehsa Emrabadî” tînin ber bas.
Kurdistan
Doma xwe kujiya jin û keçên kurdan
li midê heftiya borî de 3 jin û keçên kurd li şarê Şino, Kamiyaran û Nexedê xwe kuştine.

Gorekî wan nûçên ku weşiyane, roja îniyê 22ê Pûşper, jinik bi navê “ Gewher xelkê gundê “ Emîrabad”a şarê Şino, agir berdaye xwe û li sedem de canê xwe ji dest da.
Hatiye gotin ku “Gewher” dayka keçik 3 salî bi navê “ Hana” ye ku bi hegera pirsgirêkên komelatî û ji kerba mêrê xwe bi navê “ Feysel” kutayî bi jîna xwe aniye.
Ji aliyik din li rojên vê heftiya borî de keçe kurdik din bi navê “ Kubra Ehmedî” ji xelkê şarê Nexedê xwe darda kiriye û li sedem canê xwe ji dest daye.
Bi gotina kesên nêzî wê binemalê, bi hegera hindê ku malbata Kubra rêgirî ji mêr pêkirina navbirî bi kurê Evîndarê xwe re kiribû, kutayî bi jîna xwe aniye.
Her wisa roja Şemî 22ê Pûşper jinik bi navê “ Beharê Esedî” rûniştiyê taxa “ Ferheng sera”a şarê Kamiyaran bi hegerik neron, agir berdaye xwe.
Bi gotina serekaniyik agadar, ew jina %90a bedena wê tûşî şevtê bûye û niha li nexweşxana şara Kirmanşan li bin çavdêriya duxtoran deye.
Duxtorên nexweşxana şarê Kirmanşan, rewşa tenduristiya wê jine kurdê zor xirab ragihandine.
Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîka Kurdpa, li despêka îsal heya niha 27 jin û keçên kurdan li nawçên kurd rûniştiyên Îran, bi hegerên cur-bi-cur kutayî bi jîna xwe anîne.
Her wisa gorekî wê hejmarê 9xwe kuştin bi forma xwekuştinanê bi darda kirin, 14 jî bi xweşevitandin û 4 jî bi çek û xwexenddiqanin nawa avê bûye.
Ev statîstîka hijmartiye û bi pişt rast kirin ji statîstîkên ajansa Kurdpa tên weşan, bi balkêşandin ser nebûna ragihandinên azad û her wisa xêlî bûna civaka Kurdewarî, pitira xwekujiya jinan û keçên kurd tên veşartin û her weşartî dimînin, ber vê dibe ku hejmara serast ji van hejmaran zêdetir be.
Îran
Rewşa jinên bawirmendên olên din
Her çi qas ku gorekî benda 13a yasaya bineretiya Îran, olên Kiristyan, Zerdeştî û Cihû bi fermî hatine nas kirin û dikarin li bazna wê yasayê de rê û debên xwe yên Olî bi rê bibin, lê li midê desthilatdariya hukûmeta islamiya Îranê de, bawirmendên wan olan wek hevweatiyik pile 1 çi car çav lênehatiye kirin û ji pititra mafên xwe bêpar kirine û tim bin azar û îşkencan de bûne.
Ew bandora ser bawirmendên ola Behayî ku li yasaya bineretiya Îranê bi fermî nehatine nas kirin, çend qat bûye.
Li midê çend heyvên borî de bandor ser bawirmendên van olan zêdetir bûye bi rewşik ku hinek ji wan hevwelatiyane hatine girtin, hinek mehkûm bi hews û hinek jî ji dom bi ders xwendinê hatine bêpar kirin.

Roja Înî 21ê Pûşper, Nesîm Zencanî, hevwelatiya rûniştiya şarê Tehran ku taze bibû peyrewê ola Kirîstiyan, ji aliyê hêzên asayişa hukûmeta islamiya Îranê hatiye girtin.
Hêzên asayişê xêncî wekolîna nawmala navbirî, dest danîn ser komputer, hinik kitêb û CD yên navbirî.
Heya weşana vê raportê ji cê ragirtina vê hevwelatiya Kirîstiyan çi nûçeyik berdest nine.
Ji aliyik din, li midê wan rojên borî de xwendekarik Behayî bi hegera bawirî bi ola Behayî, ji dom kirina dersê li zanîngeha naw-netewiya Qezvîn, hatiye bêpar kirin.

Tenîn Torabî, xwndekarê têrma 3a ziman û edebiyata Ingilîsî li zanîngeha naw-netewiya Qezvîn, bi hegera bawirî bi ola Behayî, mafê doma xwendekariyê jê zewt kirin.
Ew keçe xwendekare, Xezelwera sala borî de ji aliyê parastina zanîngeha şarê Qezvîn, hat bang kirin û ji aliyê ajanên asayişê hatibû agadar kirin ku li mideyê xwendin li wê zanîngehê de, yasa û biryarên zanîngehê sertir ji ola xwe dane.
Tenîn Torabî ku amade nebûya xwesta hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê berçav bigre, bi biryara rasterasta hêzên ewlehiyê ji zanîngehê hatiye derxistin.
Her wisa li midê rojên borî de Ayda Bendî, hevwelatiya Behayî û xwendekara têrma 2a pişka ziman û edebiyata Ingilîsiya zanîngeha “ Peyam ê Nûr”a Şîraz ji xwendinê hatiye bêpar kirin.
Rewşa xebatkarên jin li Îranê de
Gorekî wan nûçên weşayî, Ferîba Pijwe, jornalîsta pêşde ya nûçegihaniya Îlna û rojnameyên ser bi riform xwazan mîna : Aftab ê Yezd û Itimad ê Millî, roja çarşem 19ê Pûşper, hat girtin û raguhastiyê benda 209a girtîgeha Êvîn li oda tekekesî kirin.

Ferîba paşî rifrandoma dewra 10a serkomariyê li sala 1388an de, hat girtin û paşî 124 rojan bi danîna barmite hatibû berdan.
Nawbirî ji aliyê dadgeha şorişê, bi tawana propaganda dij bi rêjîm, bi 1 sal hewsa teizîrî hatibû mehkûm kirin ku paşî li dadgeha pêdeçonê de bi 5 sal hewsa teilîqî guhirî.
Bi gotina dayka Ferîba Pijwe, fayla navbirî bo liqa 2a lêpirsîna dadseraya Êvîn raguhasine, lê lêkolînên ji Ferûbayê hêj kutayî pê nehatiye.
Ferîba Pijwê li midê borî de tev çi rojname an ragihandinik hevkar nebûye
Ji aliyik din de Xulamelî Riyahî advokatê Faizê Haşimî, ragihandiya ku navbirî roja 16ê Gelawêj, li liqa 15a dadgeha şorişa Tehran bi tawana têkdana dîsîplîna girtîgehê li mideyê girtinê de tine ber bas.

Faizê Haşimî sala 1390an de ji aliyê dadgeha şorişa Teharnê bi tawana propaganda dijî rêjîm bi 6 hevan hews û 5 sal dûr xistin ji xebatên polîtîk, çandî û ragihandinê mehkûm kir. Navbirî li heyva Rezbera 1391ê bi amanca borandina dewra mahkûm bûnê, xwe bi girtîgeha Êvînê nasan.
Faizê Haşimî roja sêşem, 29ê Reşema 1391ê paşî 6 heyvan û kuta bûna dewrana hukmê xwe ji girtîgehê berdan.
Ji aliyik din, Mehsa Emrabadî a jornalîst, roja çarşem, 26ê Pûşper murexesî pêre hat dan.

Mehsa Emrabadî li 10ê Reşema sala 1389an bi tawana protesto kirina girtina Mûsewî û Kerrûbî, hat girtin û li 22ê Cozerdana 1390ê, bi tawana propaganda dijî rêjîm, bi forama hevpeyvîn û raportan, ji aliyê liqa 28a dadgeha şorişa islamî bi 1 sal hewsa taizîrî û 4 sal hewsa teilîqîhat mehkûm kirin.
Navbirî li 22ê Banemera îsal bi amanca borandina midê hukmê xwe, xwe bi karbidestên girtîgeha Êvîn dabû nasîn.
Serekanî :
Ajansa nûçegihaniya Kurdpa
Nûçegihaniya HRANA
Ajansa nûçe gihaniya Fars
Malpra Peyam





