Ajansa Kurdpa:Hevserokê Kongreya Civaka Dîmokratîk(KCD) Ehmed Turk û Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê(BDP`ê) Gultan Kişanak ji bo hevdîtinê bi berpirsên KCK re pêk bînin çûne Qendîlê.
Li gor nûçeyek Ajansa Firat News'ê Hevserokê Kongreya Civaka Dîmokratîk(KCD) Ehmed Turk û hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê(BDP)'ê Gultan Kişanak, şeva borî derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û biryare hevdîtinan digel berpirsên KCK'ê pêk bînin.
Hêjayî gotinê ye ku, herî dawî roja12 Hezîran ya borî hevserokê BDP'ê Selahedîn Dmîrtaş û wekîlê koma BDPê Perwîn Bûldan hevdîtin digel berpirsên KCK pêk anîbûn.
xendan





