Ajansa Kurdpa: li gor zaniyariyên ku li malpera Xendan de hatine weşandin, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku bi pêkhatina berpirsyariyên PKK û Kurdan re, asta yekemîn a pêvajoyê bi dawî bûye û ew derbasî asta duyemîn a demokratîkbûyînê bûne.

Kalkan ji bo qonaxa duyemîn jî bang li herkesî kir, ku bi berpirsyariyên xwe rabin.Dûran Kalkan got: "Ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê, divê guhertinên destûra bingehîn û qanûnî bên kirin.”

Kalkan gavên ku dikevin ser milê dewleta Tirkiyê û pêwîste bavêje weha anî ziman û got: “Pêwîste înkarkirina Kurdan bi dawî bibe. Weke qonaxa duyemîn, divê gavên ji bo demokratîkbûyînê li her qadê bên avêtin."

Hêjayî gotinê ye ku KCK`ê di 23'ê Adarê de biryara agirbestê da û piştî daxuyaniya 25'ê Nîsanê jî di 8'ê Gulanê de vekişînê destpê kir. Weke ku haya raya giştî jî jê çê bû, komên yekemîn ên gerîla di 13-14-15'ê Gulanê de gihaştin Herêma Kurdistanê. Her weha bi vê yekê Partiya Karkerên Kurdistanê û tevî HPG gava xwe destpê kirin û niha dora Tirkiyê.