Ajansa Kurdpa: Du zarokên 2 û 7 salî li bajarê Pîranşehrê li du bûyerên cûda cûda de canê xwe ji dest dan.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Înê berwar 2’ê Gulana 2013’an Keçeka temen 2 salî seva kevtina naw ava çem de canê xwe ji dest da.
şahidek bûyerê ragehand: Keça han 2 salî bû û seva kêmtirxemiya malbata xwe li dema seyranê de kevtiye naw ava çem de û li encam de canê xwe ji dest dide.
Şahidê bûyerê ragehand ku keça han piştî 2 demjimêran hate peyda kirin û termê vî bi axê hate teslîm kirin.
Ji aliyek din sibêdeya roja Şemiyê berwar 3’ê Gulana 2013’an zarokek 7 salî li dema lîstin bi naylonekê cane xwe ji dest daye.
dî û bavê vî zarokî gotine: Zarokê me ew naylone kêşayiye ser sere xwe û piştî vê yekê ku nekariye naylonê der bîne, cane xwe ji dest daye.
pizîşkê yasayî yê bajarê Pîranşehrê jî gotina wan piştrast kiriye.





