Kezî : hefiya 4im sala 1392
Ajansa kurdpa : bi amanca ber pankirina ragihandina nûçên girêdayî bi jinan, ajansa nûçegihaniya kurdpa bi forma heftiyane raportek bi navê “Kezî” diweşîne.
Amanca bingehîn a weşana wê raporta taybet bi jinan, nêzîk ditinek hûrtir ser gişt carên berpê kirina mafên jinan û her wisa gişt xebatên ku ji aliyê jinan bi xwe û yan ji aliyê rêxiravên girêdayî biwan tên kirin.
Bi hegera berpanî û giringiya wê tiştê û her wisa nebûna derfet bo ragihandina wê giringiyê, Kezî (bisk) bi formek ron û diyar ser pirsgirêkên herêmê kurd rûniştiyên Îran diçe, lê eva bi mana wê hindê nine ku herêmên din yên Îranê neyên berçav girtin û ajansa kurdpa li tekoşîn deye kuli raportên Kezî pirsgirêkên wan jî biweşîne. Kezî xêncî tûmar kirina raporta heftiyane, bona dukumentarî kirina wan û ragihandina awirên xebatkarên li barên jinan, hevpeyvinan tev wan dike û diweşîne.
Li raporta vê heftiyê de, doma rewşa xweşevitandina jin û keçên kurd û zêde bûna %50 a hejmara xwekuştinê gorekî heyva 1a sala 1391, girina hukmek dij mirovantî li Merîwanê û reaksiyênên wî hukmî, berdana 2 girtiyên Behayî bi danîna barmitê , pûç kirina hukmê Nesîm Soltan Beygî, bang kirina Fatimê Xiredmend û ziwirîna Şîva Nezer Aharî bi girtîgehê analîz dikin.
Kurdistan
Statîstîk ji zêde bûna xwekuştinê nawajin û keçên ciwanên kurd dibêje
Bi xwekuştina keçik 16 salî li Şino û xweşevitandina jinik 33salî li Merîwan, jimara jin û keçên kurd ku li yekimîn heyva îsal de kutayî bi jûna xwe anîne bi 6an gihîşt.
Gorekî nûça ku ajansa nûçegihaniya kurdpa weşandiye, êwara roja înî, 23ê heyva Ferwerdîn, keçik nûciwan bi navê “K.M.” keça Elî, li yekik ji taxên şarê Şinoyê xwe kuşt.
Hegera xwekuştina wê keça ciwan ku xwe li darda kiribû pirsgirêkên malê gotine.

Ji aliyek din û li şarê Merîwan, roja çarşem 28ê heyva Ferwerdîn,jinik 33 salîbi navê “ Şermîn Efrûştê” xwe şevitandiye û miriye.
Ew jina ciwan ku xwedî 2 zarokane, li sedema pirsgirêkên naw malê xwe kuştiye.
Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîka nûçegihaniya kurdpa, ji despêka îsal de 7 car hewla xwekuştinê li herêmên kurd rûnştiyên Îranê qewimiye ku 6 jiwan bi mirinê kutayî hatiye.
Ew hejmara gorek sala borî de ji zêdebûnik %50 li xwe girtiye û kêm bûna temenê kesên ku hewla xwekuştinê dane jî cê lê fikirînê ye.
Ew statîstîka gorekiye û ser teikîd bi statîstîkên tûmar kiri li sentera statîstîka ajansa kurdpa hatiye weşîn, renge jimara serast ji vê jî pitir be.
Ji bê rêzî kirin bi jinan heya reaksiyona mêran

Li wan rojên borî de hukmê dadwerê dadgeha şarê Merîwan, ser gerandina hevwelatiyek kurd li bin nawê “ Erazil ve Obaş” bi cil û bergên kurdî yên jinan li nawa şar de, reaksiyonek dujwar a jinên Merîwanî û xebatkarên aliyên jinan li xwe girt. Ew karê dij mirovantî a dezgeha dadeweriya hukûmetê reaksiyonek berpan li nawa ragihandinên hundir û saytên internetê peyda kir.
Ewa li wir dest pê bû ku li roja duşem 26ê heyva Ferwerdîn, hevwelatiyek kurd bi navê “ Tofîq Dabaşî”bi destê hezên çavedêriyê û bi hukmê dadgehê li rewşeik nawa şar de gerandin ku kincên jinan lê dabûne berkirin.
Roja din yanê roja sêşem 27ê heyva Ferwerdîn, hinek ji jinên Merîwanî bi berkirina kincên sor û hilgirtina plakardên bergirî ji mafên jinan, hatine nawa şar û ew hukmê dezgeha dadweriya hukûmetê ku bo du hevwelatiyên din jî hatiye sepandin û qirare li rojên din de bên meşandin, protêsto kirin. Ew meşya aram bi têkiliya dîreka hêzên şavedêrî û asayişê bi hevdanê incam anî ku li wir çend jin bi dujwarî birîndar bûn, ew hêzane paşî çend saetan kom bûyê wir ji hew bela kirin.
NGO ên nawa şarê Merîwanê jî bi weşana belavokik hevpişk, ew karê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê mehkûm kirin û bêdengî hember karê wan xiyanet bi mirovantî dan selimandin. Wajokerên wê manifestoyê her wisa gorekî yasa, xwazyarê lêpirsîn ji hukumder û bi cî anerê vê hukmê bûne.
Protesto a bi kar anina ew hukmê dij mirovî tinê bi reaksiyona xebatkarên jinên Merîwanî kuta nebû, paşî weşana foto û fîlmên girêdayî bi protesto kirna jinên Merîwanîseba wî hukmî, sîpelik ji hevderdî tev jinan ji aliyek û şanîdana nerehetî ji bi cî anîna vî hukmî ji aliyek din nawa saytên internet de li xwe girt.
Li wê barê de û ji aliyê xebatkarên kurd, kempêynek bi navê “Jin bûn wesîla biçûk kirin û tenbiya çi kesî nine” damezirî ku bi pêşwaziya perpana xebatkarên kurd û xeyrî kurd hate pêş.
Paşî ragihandina hatin pêya wê kempînê, hejmarek zor ji mêrên kurd bi berkirina kincên jinan û weşana wê li ser saytan, hukmê dezgeha dadweriyê protesto kirin. Hejmarek ji nûserên fars û her wisa kurdên nawçên din yên Kurdistan jî bi berkirina kincên jinan û parvekirina wan li ser saytên internet, pişikdarê wê kempînê bûn û bi rewşê nerehetiya xwe ji vê hukma dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê şanî dan.
Karê wan mêrên kurd û hevgirtina wan tev jinên kurd, polîtîkên hukûmeta dij jin û dij xeyrî xwe a islamiya Îranê li bara qebîh zanîn û biçûk dîtina kincên jinên kurd da pûç kirin û hivî ewe ku qonaxek nû ji tekoşîna bona wek heviya mafên jin û mêr li Kurdistan bine pê.
Îran
Berdana 2 girtiyê Behayî bi danîna barmitê

Gorekî nûçên weşayî, roja çarşem 21ê heyva Ferwerdînê 2 girtiyên Behayî bi navên “ Mona Emrî” û “ Rûviya Pakzadan” ku li kutayiya heyfa Isfenda sala 1391ê de bi destê hêzên asayişa şarê Gurgan hatibûn girtin û bi girtîgeha Emîr Abad a vî şarî hatibûn raguhastin, bi danîna barmitê ji ghirtîgehê hatin berdan.
Tometa bi wan 2 hevwelatiyê Behayî ji aliyê dezgehên dadweriyê, Endametî li rêxiravên Behayî, propaganda Behayiyetê û têkilî tev dewletên biyanî hatibû ragihandin.
Roja çarşem 21ê heyva Ferwerdîn, Rûviya Pakzadan bi danîna barmita 100,000,000 tûmen û Mona Emrî bi danîna barmita 150,000,000 tûmenî ji girtîgeha Emîr abada Gurgan hatin berdan.
Hukmê Nesîm Soltan bêygî hat pûç kirin

Nesîm Soltan beygî jornalîst û xebatkarê xwendekariyê yê pêşde, li roja 23ê heyva Ferwerdîn bi berketin bi lêbihorînê, hukmê berdanê bi dest anî.
Ew jornalîsta, tev govar û nûçegihaniyên curbicur wek “ Şerq û Arman” hevkarî kiriye. Ev 2 car û li 8ê Mars sala 85 û her wisa li sala 86 û li kombûnê xebatkarên xwendekariyên Çep li roja xwendekaran, hatibû girtin.
Ev li 9a heyva Azer sala 89 bi tometa” xebat dij bi asayişa netewî” û “ propaganda dijî rêjîm” ê ji aliyê dadgeha şorişa Tehran bi 8 sal hewsa teizîrî mehkûm bû.
Nesîm Soltan bêygî roja şemî 22ê heyva Mêhra sala 91, bo bihorandina midê hewsa xwe , xwe bi girtîgeha Êvîn dabû nasîn.
Bang kirina Fatimê Xiredmend û wegerîna Şîva Nezer aharî bi girtîgehê

Fatime Xiredmend ji jornalîstên barên “ Behdaşt û Selamet” bi sentera polîsê asayişa Tehranê hatibû bang kirin.
Gorekî nûçên hatî weşîn, roja şemî 24ê heyva Ferwerdîn, Fatimê Xiredmend, bi telefon hat bang kirin bo sentera polîsê Tehran , bi wê dezgehe hat bang kirin.
Li midê wan çend heftiyê dûmayîkê de , şaxa 26a dadgeha şorişa Tehran tim peywendî hatiye girtin û li bara binemala girtiyên polîtîkî hatibû lêpirsîn.
Ji alyê din û li vê rojêda, Şîva Nezer aharî ku li roja 22ê heyva Isfend a 1391 hatibû murexesiyê, wegerî girtîgeha Êvîn.
Ev xebatkarê mafê mirov, ku bi tometa Şer, propaganda dij bi rêjîm û kombûna neyasayî bi 4 sal girtina teizîrî û 74 derb qamçû hatibû mehkûm kirin, roja 18ê Şehrîwera sala 1391 bo bihorandina midê hewsa xwe, xwe bi girtîgeha Êvîn da nasîn.
Serekanî :
Ajansa nûçe gihaniya kurdpa
Nûçe gihaniya mafê mirov ê Îran – HRANA
Website a komela mobarêzê ba tebîzê tehsîlî
Website a komîta jornalîstên mafê mirov





