Axirîn heftiya 1391
Ajansa kurdpa bi armanca berçavtir kirina zêde û analîza hogiriyên taybet bi jinan, ji niha wêde her heftiyê raportik bi navê ‘Kezî’diweşîne.

Amanca sereke a weşana wê raporta taybet, berçavtir kirina berpê kirinên der heq jinan û her wisa gelempera çalakiyên jinan ku ji aliyê jinan û rêxirawên hogir bi jinan tê kirin. Bi hegere berpanî û giringiya wê babetê û her wisa nebûna dengdan ji naw medyayan de, “Kezî” bi formek ron bûyî dixebite ser babet û pirgirêkên jinan li nawçên kurdrûniştiyên Îran; lê mana ne ewe ku nawçên Îranên yên din tên pişt guh havêtin, ber vê ajansa nûçe gehaniya kurdpa hewl dide gorek derfetê, giringî bi hemû nawçên din yê Îranê bide.

Raporta wê heftiyê, man ji xwarin girtina jine girtiyek polîtikiya kurd, xwekuştina jinek kurd li Tehran û hevpeyvîn tev”Şehîn Mihemedî” yekik ji xebatkarên jinan li bara xwekuştina jinan, kuştina jinek bi destê mêrê xwe, kuştina keçe xwendekarek li şarê Sinê û girtina 2 jinên Behayî li “ Gurgan” ê li xwe digire.

Kurdistan

Man girtina girtiyek polîtîkî a kurd li girtîgehê

Jine girtiyek polîtîkî a kurd bi navê” Meryem Muqeddesî” li girtîgeha” Êvîna” a Tehran man ji xwarinê girtiye.

Meryem Muqeddesî xelkê şarê Nexede ye û Banemra sala 1389 bi tawana hevkarî tev yekik ji hizbe kurdiyên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran hat girtin û bi 9 sal girtin hukum pêre hat dan û niha li girtîgeha” Êvîna” a Tehran hukmê xwe derbas dike.

Ev jine girtiya hegera man girtinê, rewşa xiraba naw girtîgeha Êvîn û bi taybet benda jinan a wê girtîgehê û pêre negihîştin bi nexweşiya xwe ragihandiye.

Xwe kuştina jinek kurd li Tehran

Şeva yekşem 27ê Reşemê jinek bi navê” Seyran Îsewî” keça Elî û xelkê şarê Mihabad li şarê Tehran kutayî bi jiyana xwe anî.

Seyran 23 salî û xwedî zarokek 4 salî bûye û heyv û niv pêş niha ji mêrê xwe cida bûye ku heya ragihandina vê nûçê çawa bûna xwe kuştina navbirî nehatiye zanîn.

Kesek nêzî binemala vê jinê bi nûçe gihaniya kurdpa ragihandibû: Seyran midê 2 sal bû ku tûşî nexweşiya pisîkolojik bibû û bi formên cur bi cur 6 car hewla xwekuştinê dabû ku cara axirê kutayî bi jîna xwe anî.

Gorek statîstîka tûmar kirî li sentera statîstîka ajansa kurdpa, li despêka zistanê heya niha 16 jin kutayî bi jîna xwe anîne ku ji gelempera vê hejmarê 8 kes agir berdane xwe.

Ew hejmara bi piştrastî bi statîstîkên tûmar kirî ku li sentera statîstîka ajansa kurdpa weşiye ku dibe hejmara serast ji wê hejmarê jî zêdetir be.

Ajansa kurdpa, ber lêkolîn ji hegerên xwekuştina jinan tev” Şehîn Mihemedî” endama koma jinên Merîwan, hevpeyvînek kiriye, navbirî li bara hegerên zêde bûna jimara xwekuştina jinan gorekî ragihandin ku ( yasa, kultûr, ol û debên eşîretî yên xurt) ser civakê de ji hegerên pişt wan tirajêdiyaneye bi taybet ber ewê ku jin ji zarokatiya xwe de hatine serkut kirin, bawirî bi xwe û hêza bergirî kirin ji xwe lawaze.

Îran

Kuştina jinek bi debên kêran

Goreki wan nûçên ku weşîne, Fatime Haşimî sibêzûya roja 26ê Reşemê, ji aliyê mêrê xwe bi derba kêran li şarê Isfehan canê vê jê hat sitandin.

Ev jin ber çavên der û cinaran nawa kûçê de hatibû kuştin.

Riza Şahîn mêrê vê jinê, yekik ji endamên sipaha pasdaran û kêmendamê şerê 8 saleya Îran û Êraq e û çend salik bû ku tûşî nexweşiya pisîkolojîkî bûye.

Fatime ji 20 caran zêdetir rewşa pisîkolojîkiya Riza bi berpirsên sipaha pasdaran û hêzên asayişê ragihandibû lê bi sedema nêzîkiya binemala mêrê vê tev organên hukûmî çi bersivek pê nedabûn.

Kiçe xwendekarek li Sinê hat kuştin

Roja çarşem 24ê Reşemê kiçe xwendekarek bi navê” Sanaz Şekîba” bi destê kes an kesên nenaskirî hat kuştin û paşî termê vê hatibû şevitandin.

Sanaz Şekîba rûniştiyê Tehran û xwendekarê zanîngeha Kurdistan li şarê Sinê bû ku dema çona derê li 15ê Reşemê wenegeriyabû mal.

Heya weşîna vê raportê hegera enda bûn û kuştina vê kiçe xwendekarê bi rastî nehatiye zanûn.

Girtina 2 jinên Behayî li Gurgan

2 jinên bawirmendên ola Behayî bi navên “ Mona Emrî Hisarî” û “ Rûfiya Pakzadan” roja duşem 28ê Reşemê ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îran hatin girtin.

Ev 2 hevwelatiyên Behayî paşî ewê ku ji aliyê dadeweran hukum pê hatibûn ragihandin, raguhastiyê girtîgeha şarê Gurgan kirin.

Behayî bi xulyaqetik nêzî 500,000 kes , yekik ji kemîne oliyên xeyrî islamiyên Îranê tînin pê û heya niha ola wan bi fermî nehatiye nas kirin.

Sere çav:
Ajansa nûçegihaniya kurdpa
Komîta nûçenêrên bêsinûr
Malpera xwendekar
Ajansa Îran hewal
Xebatkarên mafên mirov û dimokrasî li Îran.