Ajansa Kurdpa: Heftiya bihorî Hêzên kinc xelkîniye Ittila’atê rijiyane Malbatên 3 welatiyên Serdeştê û her Sê dest biserkirin.
Pêka rapora Ajansa Kurdpa, Pêncşemba bihorî 23’ê Tebaxê 3 kes bi navên Letîf Elî Xanî, Siyamend Elî Xanî û Mihemed Emîn Siîdî, ji aliyê Hêzên Ittila’atê ve hatine binçavkirin û ji bo şûnek ne eşkere hatine veguhastin.
Li gor nizîkên Malabtên wan 3 welatiyan, heyanî niha şûna rawestandin û sedema wê dest biserkirinê nehatiye xuyandin.
Ev 3 welatî ji xelkê gundên “Gûzlî” û “Bêjwê”ên Alana Serdeştê ne.
Zêdebarî serdana malbatên wan ji bo Navendên Pêwendîdar, hêj heya niha çi bersivek ji wan re nehatiye dayîn.
Mihemed Emîn Seîdî Karmendê Idareya Bêhdaştê ye.





