18ê Xermanana 1405an a Rojî; "Siyamek Mofîdî" û "Sirûş Ênayetî", du ciwanên Kurd ên xelkê Tikabê ku di rojên dawî de bi awayekî bereday hatin binçavkirin û bo Tehranê hatin veguhastin, bi tohmetên weke "tevgera li dijî ewlehiya neteweyî", "propagandaya li dijî hikûmetê" û "têkdana ewlehiya giştî" hatine tohmetbarkirin. Berî binçavkirina wan, dosyayên ewlehiyê li dijî van her du ciwanan hatine vekirin û ji bo berdana wan a demkî barimteya giran a 7 milyar Tûmenî hatiye xwestin. Ev her du ciwan niha li navendeke çaksazî û perwerdehiya ciwanan li Tehranê têne ragirtin.
Li gorî çavkaniyek ku ji Kurdpayê agahdar e, Siyamek Mofîdî yê temen 17 salî û Sirûş Enayatî yê temen16 salî ku di rojên dawî de li Tikabê hatine binçavkirin û bo Tehranê hatine veguhestin, bi tohmetên weke "tevgera li dijî ewlehiya neteweyî", "propagandaya li dijî hikûmetê" û "têkdana ewlehiya giştî" hatine tohmetbarkirin û ji bo berdana demkî ya her yek ji wan barimteya giran a 7 milyar Tûmenî hatiye xwestin.
Ev çavkanî dibêje ku, di rastiyê de, berî binçavkriina van her du ciwanan, dosyayek ewlehiyê bi tohmetên jorîn li dijî wan hatibû amadekirin, û du roj piştî ku ew ji tohmetên jorîn agahdar bûn, ew bo Navenda Çaksazkirin û Perwerdehiya Zarokan a li "Zîbaşehr" li Tehranê hatine veguhastin. Ev agahdarkirina tohmetan bêyî mafê hebûna parêzer û ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îdareya Îtlaatê ve hatiye kirin.
Êvara roja Şemiyê, 14ê Xermanana 1405an a Rojî, Siyamek Mofîdî yê temen 17 salî û Sirûş Ênayetî yê 16 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di serdegirtina mala wan de bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî hatin binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatin veguhastin. Piştre her du ciwan ji bo lêpirsînê di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund de birin cihekî ne diyar li Tehranê. Her du ciwan di çend mehên borî de li kafeyekê li Tehranê dixebitîn.
Navenda Çaksaziyê ya Parêzgeha Tehranê, ku di bin çavdêriya Saziya Girtîgehan de ji bo lênêrîna zarok û ciwanên di bin 18 salî de dixebite, li taxa Zîbaşehr ya Navçeya 5an a Tehranê ye.
NewsKurdistanHuman Rights
Tehran; Dosyayên ewlehiyê li dijî Siyamek Mofîdî û Sirûş Ênayetî, du ciwanên di bin çavdêriyê de, hatine vekirin





