Çend gotin û peşnîyar di der barê malperên kurdî de
2015-07-07 19:01Çap‌Binin2033 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Çend gotin û peşnîyar di der barê malperên kurdî deMurat Bora

Giringîya zimên, zimanê daykê, ne hewce ye ku mirov rave bike, lewra kesên ku bi vê mijarê têkîldar in, bi caran nivsandine, xwendine û gotine

Giringîya zimên, zimanê daykê, ne hewce ye ku mirov rave bike, lewra kesên ku bi vê mijarê têkîldar in, bi caran nivsandine, xwendine û gotine. Gelek, netewek li ser sê pêyan zindî dimîne û bi saya van her sê pêyan jiyana xwe didomîne. Ew her sê pê, ji pêyên çand, dîrok û zimanê wî gelî pêk tên. Heger ev her sê pêyên pola tine bin an jî dî bîra wî gelî de bêtin wendakirin, ew gel weke beqê ku di nav avê de çawa bêhiş û hêdî hêdî tê kuştin , dê bê kuştin, an jî ya rasttir dê bê bişaftin. Û ev taloke, ji bo netewekê, talokeya herî mezin e. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku, ji bo jiyînê pêyê giringtirîn zimên e... Zimanê daykê yê wî gelî ye…

Weke ku tê zanîn û wiha jî tê pejirandin, zimanê kurdî di warê nivîsandin û wêjeyê de, di van salên dawîn de gelek pêş ketîye û her diçe pêş dikeve jî. Bi sedan nivîskar, ronakbîr û rojnamegerên dilsoz hewl didin ku rewşa zimanê kurdî, ê ku zimanek qedîm û dewlemend ê mirovahîyê ye, dewlemendtir û derbasdartir bikin, da ku ji xetereya wendabûnê bifilite û weke ku hêja ye, wiha jî bê bikaranîn û nirxandin…. Ev hewl û helwestên di cih de, ne bi tenê ji bo parastina zimanê kurdî ne, her wiha ji bo parastina hêjayîyeka yek jî mîrateyên dîroka mirovahî û şaristanîyê ne… Û dîsa jî divê bê gotin ku, dema modern a ku em tê de dijîn, di hêla zanist, teknîk û teknolojîyê de demek pêşketî ye û her diçe, li gel keşfkirin û avakirinên teknîkên nû, ev rewş pêş ve diçe. Bi taybetî, înternet û girêdahîya wê, medyaya civakî û malperên dijîtal, ji bo weşanger, nivîskar û kesên dilsozên zimanê xwe derfetên mezin û giring ji bo belavkirina nûçeyan, nivîsan, gotaran, pirtûkan û hwd. diafrîne. Êdî gelek kes, ne bi rêya rojname û pirtûkan, lê bi rêya înternetê û medyaya civakî nûçeyan dişopînin, nivîs-gotaran dixwînin û têdigêhin. Ev rewş dibe ku ji bo hin kesan ne baş be, an jî, ji bo kesên ku nostaljiyê ve girêdahî ne, ne di cih de be, lê rasteqîn ev e û hatîye piştrastkirin ku kesên ku înternetê dişopînîn ( bi taybetî nifşên nû), ji kesên ku rojname û pirtûkan dixwînin û dişopînin gelek, gelek zehftir in….

Ev rewş, di rastîyê de ji bo zimanê kurdî fersendeke hêja ye. Lewra gilî û gazînên me bêtir ji nifşên nû ne. Kêmxwendin, ji zimanê daykê - ji çand û dîroka gelê xwe dûrketin, ji pêvajoyê bêxeberbûn û gelek tiştên din. Dibe ku ciwan zêde rojname û pirtûkan nexwînin, an jî kêm eleqeder bin, lê em baş dizanin ku, her ciwanek, her keç û xortek herî kêm telefoneka destan pê re heye û herî kêm di rojê de 3-4 saet di înternetê û medyaya civakî de ye. Mabesta têketina înternetê çi be jî, heger mirov bixwaze sûd jê werbigre, dikare anegorî şert û mercan, derfetan ava bike û karê xwe ê dilsozî, zimanhezî pêk bîne. Li ser înternetê malperên kurdî ava bike, di medyaya civakî de bi kurdî binvîse, carna wergera nivîsên xwe jî pê ve bike, ji bo têgîhiştina zarok û ciwanan zimanek rojane ( ne akademîk!) bi kar bîne, û bi vî awayî, alîkarîya kesên ku bixwazin zimanê xwe ê daykê bixwînin û piştî jî binivsînin, bike. Li vira, giringî û pêwîstîyên malperên kurdî jî dertên holê….

Di înternetê de gelek malperên kurdî hene. Piranîya wan, nûçeyan rojane, rewşa pêvajoyê û nivîsan diweşînin. Hinek ji wan jî, li ser çand, dîrok, ziman û wêjeya kurdî weşan dikin. Xeynî malperên mezin û navdar, ev malperên din, bi piranî yên kesên dilsoz, kesên kurdîhez û welatparêz in. Anku malperên şexsî ne. Carna yek, carna jî du-sê hevalên dilsoz wan malperan ava dikin. Ew kesên dilsoz, tevî ku bêderfetîyan, anegorî şertên xwe, dixwazin xizmeta zimanê xwe û gelê xwe bikin û di vî warî de çi ji destê wan tê jî dikin. Di vê de ti guman nîne, lê mixabin temenê wan malperan jî ne dirêj in. Piranîya wan malperan, an salek an du-sê sal weşanên xwe didomînin lê mixabin piştî demekê, weşana xwe disekinînin an jî malperên xwe dadidin. Sedem jî, ji sedan 95 “ aborî “ ye.. Daxwuyanîyek li ser malperê tê weşandin ku; “ ji ber şertên aborî, malpera me êdî nema dê bê xuyan“…. Û xelas….

Bi rastî dema mirov ev rewş temaşa dike, dilê mirov diêşe. Lewra, salek be jî, sedema avakirina malperê her çi be, di wan malperan de arşîvek tê avakirin, nivîs û gotarên hêja tên tomarkirin û xwendevan hêdî hêdî xwe zimanê xwe ve germ dike û ji nişka ve “ weşana malperê tê rawestandin…”.

Ya herî nebaş jî ew e ku, dema malper betal dibe, mixabin piştî demekê ( ji ber ku salê carek divê xwedîyê malperê pereyek bide şirketên hostîngê, heger nede şirket malperê ji înternetê radike), malper êdî li ser înternetê jî naxwîye, û heger xwendevan piştî demekê bixwaze nivîs an gotareka malperê peyda bike, berê xwe bide malperê jî nema ew nivîs dibîne û hêvîya mirov mixabin dişikê… Rewşa herî nebaş ev e ji xwe… Di vê xalê de, bi destûra kesên dilsoz, divê hin rexne bên kirin. Ev rexne ne ji bo malperên nûçeyan e, lewra divê xebatkar, nûçegihan û edîtor-redaktorên wan malperan hebin. Û ev tev bi pere çêdibin, aborî divê zexm be. Rexne, dê ji bo malperên ku çand-dîrok-ziman û wêjeyê ve mijûl in, bê kirin….

Rast e, bazara kurdî mixabin kêm e, ti bazirgan reklama xwe li ser malperên kurdî naweşîne an jî biweşîne jî ew kes yek-didu ne. Lê ev rewş divê nebe bahane ji bo kesên dilsoz. Lewra kesên ku têkildarê vî karî ne baş dizanin ku, ji bo malperek çandî-hunerî û wêjeyî ya avakirî, yek an du kesên têgîhiştî, kompûterek, hinek dem û salê jî 200 dolarên Emerîkî têr dike. Anku mehê 20 dolar. Ew jî salê carek perê hostîngê ye. Û peydakirina vê jî ne gelek zor e. Heger mirov bixwaze, dikare bi hêsanî weşana malperê bidomîne û divê wisa be jî… Bi tenê hinek dem û helbet ked û xebat lazim e… Û kesên dilsoz jî, heger bi rastî bixwazin, dikarin dem jî peyda bikin, ked û xebata xwe jî, li ber vî gelî û zimanî bidin. Heger dem tine be jî, hostînga malperê ku bê dayîn, malper û arşîva wê wenda nabe û xwîner dikare dem bi dem, çavê xwe li malperê bigerîne û dema malper tikand, kêfxweş bibe û hêvîya xwe, bê şikestin bidomîne… Bi hêvîya ku ev rexne erênî bê nirxandin û rêya kesên dilsoz bêtir, çêtir û gejtir ronî bike…

Ew nivîs dîtingeha nivîskar e û ajansa Kurdpa jê berpirsyar nîne
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/09/17 - 2018-12-08 - 17:27

hikûmeta îranê bênavber kolberan dike armanc

1397/09/09 - 2018-11-30 - 12:34

Kolberekî din yê Kurd hate kuştin

1397/09/08 - 2018-11-29 - 16:51

Kolberekî Kurd ji bilindahiyê berbû

1397/09/07 - 2018-11-28 - 17:17

Kolberekî din yê Kurd hate birîndar kirin

1397/09/06 - 2018-11-27 - 18:14

Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgehê veguhastin