Wezîfedarên şaredariya bajarê Şinoyê girev girtin
2019-06-12 12:43Çap‌Binin227 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Wezîfedarên şaredariya bajarê Şinoyê girev girtinAjansa Kurdpa: Wezîfedarên şaredariya bajarê Şinoyê bi sebeba paremana heqdestê xwe dest avêtine bi girevê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, wezîfedarên şaredariya bajarê Şinoyê, ev sê rojin ku, bo nîşandana nerazîbûna xwe derheq rewşa xirab ya jiyana xwe û herwisa paremana heqdestê xwe girev girtine.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ji Ajana Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku: Tevî girevgirtina sê rojî ya wezîfedarên şaredariyê , heya niha tu berpirseke hikûmetî, tu hewlek derheq çareserkirin yan cîbicîkirina daxwakariyên wezîfedarên şaredariya wî bajarî nedane.

Herwisa vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Wezîfedarên şaredariya bajarê Şinoyê, bi berdewamkirina girevê, daxwaza cîbicîkirina xastên xwe kirine.

Her di vê derheqê de, şaredariya bajarê Şinoyê, heya niha heqdestê 4 mehên dawiya sala 1397`an yê wezîfedarên amadekariyê yên şaredariyê nedane.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan

1398/03/12 - 2019-06-02 - 18:10

Welatiyekî Kurd li bajarê Sine hate desteserkirin

1398/03/12 - 2019-06-02 - 14:12

Morexesî ji girtiyên siyasî Kurd re nedan

1398/03/11 - 2019-06-01 - 12:54

Welatiyekî Kurd hate bidarvekirin