Hêzên întizamî li sînorê bajarê Pîranşarê digel yektir rastî şer hatin
2019-05-25 17:32Çap‌Binin294 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Hêzên întizamî li sînorê bajarê Pîranşarê digel yektir rastî şer hatinAjansa Kurdpa: Hêzên întizamî li ser sînorê bajarê Pîranşarê digel yektir rastî şer hatin.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihanyia “Kurdpa”yê, şeva Înê sê Cozerdana 1398`an, hêzên sînorî yên henga sînorî, li bajarê Pîranşarê li cihê bi navê Şînk rastî boseya yektir hatin û şer derket.

Çavkaniyeke agehdar li nexweşxaneya bajarê Pîranşarê tevî erêkirina vê nûçeyê ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihaniye ku, di vê şer û pevçûnê de, 4 endamên hêza henga sînorî hatine kuştin û termê van jî bo nexweşxaneya bajarê Pîranaşarê hatine veguhastin.

Herwisa vê çavkaniyê zîde jî kiriye ku: Hêzên henga sînorî di tariya şevê de ji tirsa hêzên partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê digel yektir rastî şer û pevçûnê hatine.

Heya niha henga sînorî ya bajarê Pîranaşarê, derheq rûdana vê bûyerê de, bêdengî bûye.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/03 - 2019-06-24 - 11:47

Du welatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan