Karmendekî Îdareya Giştî ya Ava Navçeyî ya Kurdistanê hate destbiserkirin
2019-01-08 19:21Çap‌Binin314 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Karmendekî Îdareya Giştî ya Ava Navçeyî ya Kurdistanê hate destbiserkirinAjansa Kurdpa: Karmendeke Îdareya Giştî ya Ava Navçeyî ji aliyê hêzên îtla`atî ve hate destbi serkirin û bo girtîgeha Îdareya Îtila`ata bajarê Sine hate veguhastin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja yekşemiyê 16-ê Befranbarê “Zaniyar Zimîran” Karmendê Îdareya Giştî ya Ava Navçeyî ji aliyê Hêza îtila`atê ve hate destbiserkirin.

Ew karmendê Îdareya Giştî ya Ava Navçeyî ya Kurdistanê xwedî pêşîneya kar di warên şêvirmendê ferhengî ê şirketa ava navçeyî ya Kurdistanê, birêveberiya pedafenda “xeyrî amil” û birêveberê kirîzên şirketa ava navçeyî ya Kurdistanê ye.

Ji roja Duşemiyê 10-ê Befranbarê ve heya niha 10 kes ji çalakên jîngehparêzî û medenî li bajarên Kamiyaran û Sine ji aliyê hêzên îtila`atî ve hatine destbiserkirin, û hêzên îtila`atî di dema destbiserkirina wan çalakvanan de, ew çalakvan îşkence kirine.

Ew 10 çalakvanên Kurd, bo lêpirsînê di girtîgeha îtila`ata Sine de ne, û li ser çarenivîsa wan tu zaniyariyek tuneye.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/10/25 - 2019-01-15 - 17:42

Kolberekî Serdeştî di nav avê de xendiqî

1397/10/20 - 2019-01-10 - 12:08

Mes`ûd Şemsnijad hate destbiserkirin

1397/10/06 - 2018-12-27 - 18:36

Nivîskarekî Kurd nikare pirtûkên xwe çap bike

1397/09/17 - 2018-12-08 - 17:27

hikûmeta îranê bênavber kolberan dike armanc

1397/09/09 - 2018-11-30 - 12:34

Kolberekî din yê Kurd hate kuştin

1397/09/08 - 2018-11-29 - 16:51

Kolberekî Kurd ji bilindahiyê berbû

1397/09/07 - 2018-11-28 - 17:17

Kolberekî din yê Kurd hate birîndar kirin

1397/09/06 - 2018-11-27 - 18:14

Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgehê veguhastin