hikûmeta îranê bênavber kolberan dike armanc
2018-12-08 17:27Çap‌Binin1121 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

hikûmeta îranê bênavber kolberan dike armancAjansa Kurdpa: hikûmetê dîsan bêrehmane kolberekî Kurd kire armanca gulleyên xwe, û jiyana wî jê stand.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 14`ê Sermawezê, kolberekî Kurd, bi navê “Ebdulqadir Salihî” kurê Cemîl, û xelkê Diza Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê, ku xwediyî çar zarokan e, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hate kuştin.

Herwisa kolberekî din ê Kurd û xelkê devera Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê, bi sebeba gullereşandina rasterast a hêzên Întizamî yên hikûmeta Îranê, di bilindahiyên Dalanperê de birîndar bû.

Roja Çarşemî 14`ê Sermawezê (5`ê Kanûna Pêşîn) hejmarek ji kolberên Kurd di bilindahiyên Dalanperê de, rastî boseya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê tên, û di encamê de jî kolberê Kurd yê bi navê “Omer Nebîzade”, bi dijwarî birîndar dibe.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê hişdarîdana pêştir, ev kolberên Kurd dane ber gulleyan.

“Omer Nebîzade”, kolberê Kurd yê birîndarbûyî bo tedawiyên pîzişkî bo navendên tendirustiyê yên bajarê Urmiyê veguhastine, û niha li jêr çavdêriyên pîzişkî de ye.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/12/27 - 2019-03-18 - 12:49

Wezîfedarekî hêza întizamî hate kuştin

1397/12/27 - 2019-03-18 - 12:47

Kolberekî Kurd canê xwe ji dest da

1397/12/26 - 2019-03-17 - 18:14

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1397/12/26 - 2019-03-17 - 13:05

Giritiyê siyasî yê Kurd destavête bi girevê

1397/12/25 - 2019-03-16 - 17:37

Qedera çalakvanekî jîngehparêziyî nediyar

1397/12/23 - 2019-03-14 - 15:45

Dîsan kolberekî Kurd hate birîndarkirin

1397/12/20 - 2019-03-11 - 17:00

Sê hepisiyên Kurd hatin daliqandin

1397/12/19 - 2019-03-10 - 18:14

Sê endamên malbatekê hatine kuştin

1397/12/16 - 2019-03-07 - 16:23

Hûnermendekî Kurd bi 2 sal heps hat cezadan

1397/12/14 - 2019-03-05 - 17:33

Sêyemîn roja gireva mamostayan berdewame

1397/12/11 - 2019-03-02 - 17:30

Serbazekî Kurd bi 15 sal heps hat ceza dan

1397/12/10 - 2019-03-01 - 12:39

Îdareya îtila`atê gefan ji mamostayan dixwe

1397/12/09 - 2019-02-28 - 12:35

Du ciwanên Kurd hatine desteserkirin

1397/12/04 - 2019-02-23 - 16:38

Rewşa girtiyekî siyasî yê Kurd nebaşe