Kolberekî din yê Kurd hate birîndar kirin
2018-11-28 17:17Çap‌Binin495 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Kolberekî din yê Kurd hate birîndar kirinAjansa Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê bajarê Bane, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, hate birîndar kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 6`ê Sermawezê, kolberê Kurd yê bi navê “Mehdî Emînî” û kurê “Mecîd” û xelkê gundê “Nenûr” a girêdayî bajarê Bane, di encama gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê de birîndar bû.

Gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmetê ji piyî wî kolberî Kurd ketine, û ev bo çareseriyên pîzişkî bo navendên tendrûstiyê yên bajarê Bane veguhastine.

Her di vê pêwendiyê de jî, çend rojan berî niha, girûpek ji kolberên Kurd di bilindahiyên Dalanper a ser bi herêma Tirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê, rastî gullereşandina leşkerî yên hikûmeta Îranê hatibûn, û di encamê de jî kolber Kurd yê bi navê “Mameş Elîzade”, Xelkê devera Tirgewer, bi dijwarî birîndar bû.

Ev kolberê Kurd bi sebeba gullereşandina hêzên hikûmetê, birînda bibû, û ev bo çareseriyên pîzişkî bo navendên Tendrûstiyê yên bajarê Urmiyê veguhastine.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/09/17 - 2018-12-08 - 17:27

hikûmeta îranê bênavber kolberan dike armanc

1397/09/09 - 2018-11-30 - 12:34

Kolberekî din yê Kurd hate kuştin

1397/09/08 - 2018-11-29 - 16:51

Kolberekî Kurd ji bilindahiyê berbû

1397/09/07 - 2018-11-28 - 17:17

Kolberekî din yê Kurd hate birîndar kirin

1397/09/06 - 2018-11-27 - 18:14

Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgehê veguhastin