Şerîf Hejarî: Qasimlo take sekreterê partiyekê di dîroka cîhanê de, û di nav hemû parzemînan û neteweyan de ye, ku kesê yekem yê partiyekê be, û 12 zimanên zindî yên cîhanê dizane (Beşa 2)
2018-07-10 12:34Çap‌Binin182 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Şerîf Hejarî: Qasimlo take sekreterê partiyekê di dîroka cîhanê de, û di nav hemû parzemînan û neteweyan de ye, ku kesê yekem yê partiyekê be, û 12 zimanên zindî yên cîhanê dizane (Beşa 2)Pirsyara çaremîn: Çima heya niha keysa terorkirina Dr. Qasimlo negihiştiye ti encamekê?

Bersiv: Heman bersiva pirsyara sêyemîn ji bo vê pirsyara we jî dibe.
Pirsyara pêncemîn: Sedem çi ye ku Dr. Qasimlo ji serkirdeyên niha û yên berê yên Kurdan cuda ye?

Bersiv: Sedemeke sereke ev e; Her qasî ku lêkolîn li ser Dr. Qasimlo (Di warên cuda de weke zimanzanî, akademîstî, netewî, tevlîkirina hizrên demokratîk di rêveberiya şoreşa çekdarî de, dahênana têzan û xwedîhizrbûna wî, siyasetzanî û siyasetkirina wî, bicîkirin û praktîkîkirina exlaqê di siyasetê de li Rojhilata Navîn û berhemanîna partiyeke modern) bê kirin, zêdetir xuya dibe ku Qasimlo bêmînak bûye.

Berevajî vê, her qasî ku em nêzîkî dîroka serkirdeyên din yên Kurd (Di warên weke; eşîretîbûn, navçeperestî, nebûna eteketê di leyîzên siyasî de, xiyanet û tawana netewî di nav şoreşa Kurdan de, girîngînedan bi exlaq di siyasetê de, guhdan ji bo xwestekên dagirkerên perçeyên din yên Kurdistanê, berfirehkirina çanda lihevvegerandina gotinên kirêt, tapokirina rê û banan û birina sermayeyên netewî û malbatîkirina wan) bibin û lêkolîn li ser wan bê kirin, bi hêsanî û weke “esman” û “erd” cudahiya di navbera Qasimlo û serkirdeyên din yên Kurd de xuya dibe.

Şerîf Hejarî
Ev ji xeynî mijarên zimanzanî, akademîstî, dahênana têz û xwedîramanbûnê ye, ku ew bi Qasimloyekî bêmînak re nayêne lihemberdan.

Qasimlo take sekreterê partiyekê di dîroka cîhanê de û di nav hemû parzemînan û neteweyan de ye ku kesê yekem yê partiyekê be û 12 zimanên zindî yên cîhanê dizane. Dr. Qasimlo bi lihemberdan ligel kesatiyên siyasî yên cîhanê jî zimanzanekî bêmînak bû. Mebesta min zelal e; Ne tenê di nav Kurdan de, belkî ji dîroka mirovahiyê ve heya niha ji hemû serkirdeyên yekem yên partiyên din li cîhanê bêmînak e. Ev jêhatîbûn û zanayî ne bi serkirdeyên xêl û eşîr û bajarperestên Kurd re û ne jî bi serkirdeyên din yên cîhanê re jî nayê lihemberdan.

Serkirdeyên xuya yên Ewropa û Amerîkayê weke mînak belgenameya nehênî ya wezareta derve ya Amerîkayê, bê sedem nebûye ku Qasimlo bi kesekî bêmînak binav dikin lê belê sedem, taybetmendiyên Qasimlo bûn.

Eger wisa nîn e, gelo çima taybetmendiyên serkirdeyên Kurd yên din û di nav de yên demokrat jî weke Qasimlo nehatine rêzbendîkirin ji ber ku li gor min, Qasimlo diyarde û kesatiyekî bêhempa bû.

Di serî de divê em bizanin ku Qasimlo ne tenê serkirde, belkî xwedî raman û bîrmend bû! Ev jî dibe sedem ku Dr. Qasimlo ji yên din cuda be.

Di warê siyasî û dîplomasî de jî Qasimlo bû ku doza Kurdan bire civaka navdewletî û Qasimlo bû ku ev doz ji bo Mîtran, Bêrnard Koşnêr, Wîl Birant, Kraskiye, Têso û bi sedan siyasetvan û serkirdeyên din yên Ewropî, rojnamevan û helbestvanên Ewropî şirove kir.

Mîtran amaje dike ku Qasimlo mirov cezbî xwe dikir û bala mirov dikşande ser xwe. Heman hunera Qasimlo jî bû sedem ku gelek dostên xwedî bandor ji bo Kurdan peyda bûn.

Ezê di vir de tenê mînakekê bînim: Daniyêl Mîtran bû ku ji Civata Ewlehiyê a Navdewletî xwast rê nedin balafirên dîktatorê faşîst Sedam Husên ku ji hêla 36 derbas bibin û di encamê de jî hêzên Başûrê Kurdistanê ku piştî Serhildanê (Raperîn) ku bi awayekî bi kom ji axa başûr reviya bûn, karîn careke din vegerin.

Tişteke ecêb û şaştiyeke mezin e ku hin kes elimî ne ku Qasimlo bi serkirdeyên din yên Kurd re didin ber hev! Xiyanet û tawana serkirdeyên Kurd û nezanîna zimanan û nebûna etekêtê jî sedemên cudakirina wan in. Herwisa Qasimlo di temenê 28 saliyê de erdekî giran ku bi mîrat ji bavê wî jê re mabû, firotibû û ji bo amorên ragihandina partiya xwe xerc kiribû.

Lê piştî mirina serkirdeyên Kurd, tenê piştî mehekê lêkoler û şirovekar pê dihesin ku bi sedan donm erd, çend kargeh, bax û rez, gir û herwisa ragihandinên partiya xwe jî weke mîrat bi navê endamên malbata xwe kirine. Lêbelê Qasimlo di wesiyet û şîretên xwe de jî amaje dike ku pirtûkxaneya wî jî, a partiya wî ye. Her qasî ku zêdetir nêzîkî Qasimlo bibin, hikmetên wî û dilsojiya a bêsînor a wî derdikevin holê. Wî hemû Kurd weke xort û xwîşk û birayên xwe didîtin! Ji xeynî van hikmet û dahênanan, wî mîrat ji malbata xwe re nehêla û navçeperest jî nebûye. Belkî ew dahênerê Kurdîniya modern bû.

Lihemberdana Qasimlo bi van serkirdeyan re, nehoşyariya hinek xelkê di civaka Kurdan de ye. Ew nizanin tenê ew serkirde têne lihemberdan ku taybetmendiyên wan nêzîkî hev in û nizanin kesekî hekîm, rêber û akademîstekî bêmînak weke Qasimlo bi serkirdeyên xêl, eşîr û bajarperest re nayê lihemberdan.

Yek ji van diyardeyên kirêt ev e ku alîgirên van partiyan dibêjin: “Mekteba filan serkirdeyê me.” Di rastiyê de dema ku mirov van peyv û risteyên ne tam dibîse, şêwazê arastekirinê yê ku weke zanistî hatiye binavkirin jî li cem wî sivik dibe.

Destpêkê divê ew bizanin ku mekteb angu medreseya fikrî û siyasî çi ye?!

Kesek dibe xwedî mekteba fikrî û siyasî ku fîlsof yan jî bîrmend be û raman û têzên nû ji bo cîhanê û leyîzên siyasî û desthilatdariyê hebin. Li gor kîjan pîvanan, mêtod û têz û raman çê dibin ku bikare mekteba siyasî û fikrî ava bike.

Di vir de pirsyar ev e; Eger ew serkirdeyên Kurd xwedî mektebên fikrî û siyasî ne, dahênana fikrî a wan ji bo civakê û mirovahiyê çi ye?! Gelo nabe derkevin holê ku em jî bizanin ew çawan bûne bîrmend?!
Ji bo mînak;
Markoze li ser mekteba felsefî a Marks difikire û li xwendingeha Frankfurtê a Almanyayê hin têz û hizran ji bo mekteba Marks derdixîne û çaksaziyê têde pêk tîne.
Angu;
Qasimlo tê û hin têzan ji bo sîstema rêveberiya dewletan û desthilatdariyê li cîhanê derdixîne û hin têz û ramanan li ser sîstema Sosyalîzma Demokratîk tîne rojevê û bi dehan serkirdeyên weke Bêrnard Koşnêr, Piyer Mora, Daniyêl Mîtran û … behsa vê sîstema desthilatdariyê û hizr û ramanên Qasimlo dikin.

Ev, bîrmend û xwedî mekteb e. Ji ber ku mekteba fikrî û siyasî a Sosyalîzma Demokratîk ava kir û çendîn têz jî xistin rojevê. Hizrên wî, sînorên netewa wî derbas kirine da ku bi Sosyalîzma Demokratîk, li gor taybetmendiyên siyasî û aborî yên Rojhilata Navîn hin têzan derxîne û ev sîstema desthilatdariyê ji bo çareseriya kêmasiyên siyasî, aborî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn bi şêwazekî din bê danîn.

Ez dixwazim bizanim têz û dahênana fikrî û siyasî a serkirdeyên din yên Kurd di asta navxwe û cîhanê de çi ye?!

Eger serkirdeyek, hin ji bîranînên xwe binivîse yan yekî din hin pirtûkên dîrokî jî çap bike, lê dîsa jî ew kes bîrmend nîn in û mirov nikare bêje ku wan mektebeke fikrî û siyasî heye. Ev şaştiyeke pir dijwar û giran e ji ber ku alîgirên wan nizanin peyva bîrmend ji bo kî bi kar tê û kî dikare bibe xwediyê mektebeke fikrî û siyasî.

Bi vî rengî, eger em wateya peyva bîrmend nezanin, mamoste Kerîm Hisamî ku 49 berhemên wî hatine çapkirin û bi sedan nivîsên wî di kovar û rojnameyên cîhanî de hatine belavkirin, bîrmend e. Lê ya rast ev e ku mamoste Kerîm Hisamî jî bîrmend nîn e. Rast e nivîskarekî mezin e. Lê taybetmendiyên bîrmendiyê cuda ne.

Pirsyara şeşemîn: Çima fikr û ramanên Dr Qasimlo piştî dervasbûna nêzîkî 30 salan di ser terora wî re, hêj ji bo nifşa me jî nû ne?

Bersiv: Ne tenê piştî 30 salan belkî heya hertim wê wisa bimîne. Hizr û ramanên Eflatûn û Makyavêlî heya niha jî, jinav neçûne. Fikra Dr.Qasimlo jî ti caran namire. Rast e ku mirov dimire lê têz û hizrên bîrmend û fîlsofan, ti caran namirin!

Qasimlo û Nakyavêlî du bîrmendên siyasî ne ku raman û fikrên wan bi qasî erd û esmanan ji hev cuda ne. Qasimlo bîrmendek e ku di hemû qonaxên siyasetê de pişta xwe bi exlaqê germ dike û pîvana wî jî praktîzeya moralê di leyîzên siyasî û desthilatdariyê de ye û li dijî ferdperestî, navçeperestî û ferzkirina xwe ye. Lê têzên Makyavêlî berovajî têzên wî ne. Li gor têzên Makyavêlî, serkirde ji bo serketina xwe dikare her tiştekî bike û rewatî jê re hatiye dayîn.

Qasimlo lewma mayînde ye ji ber ku têz û ramanên wî di Sosyalîzma Demokratîk de, exlaq di siyasetê de, girêdana prensîpa demokrasî di rêvebirina şoreşa çekdarî de, dahênana partiyeke modern li Rojhilata Navîn ji bo jinavbirina hizra paşketî û eşîr û navçegerî û ferzkirina mîratgeriya malbatê di partiyên siyasî de, bûne sedem ku mekteba wî heya hertim bibe cihê perwerdekirina mirovê pêşketî û netewî, wekhevîxwaz di rêveberiyê de, azadîxwaz di leyîz û hevrikiyên siyasî de û mirovxwaz di asta civakên cuda yên cîhanê de.

Ev girîngîdana giştgir bi Qasimlo tê wateya xebata hertimî ji bo nehêlana tepisandin û hemû şêwazên wê weke zayendî, netewî, olî û civakî di riya bicîkirina mêtodên lojîkî de ji bo berhemanîna civakeke pêşketî û wekhev ku yasa têde serdest be û mafê wekhev dide hemû pêkhateyên netewî.

Armanca sereke a Qasimlo ev bû ku neteweya xwe ji xêl û eşîretîbûn û dijbertiya hev, bike neteweyeke pêşketî û hevgirtî. Ji ber vê perwerde, têz, fikr û kiryarên Qasimlo mekteb û xwendingehek e ji bo perwerdekirina mirovê netewî û pêşketî di şoreşeke pêşketinxwaz a hevdem û hevçerx de.

Mebesta wî ji karê rêkxistinî ku partiyeke pêşketî li Rojhilata Navîn ava bike, ev e ku jihevcudabûna di navbera çarçoveyên lihevgirêdayî yên Rojhilata Navîn de çê bike ku di bin navê partiyê de formeke eşîrxwazî û navçeperestiyê pêk aniye, malbat û mîratgiran ferz dikin û navê vê diyardeyê jî danîne partî.

Mirovê navçeperest û eşîrxwaz çi di nav hêzên din yên siyasî ên Kurd de be yan jî derbasî nava hizba demokrat bibe û pleya wî jî heya asta serkirdeyekî bilind bibe, lidijî prensîpên mekteba Qasimlo ye ji bo karên rêkxistinî, netewî û şoreşgêriya hevçex û hunera siyaset û dîplomasiyê dijberên wî ne.

Di vê pêxemê de tevî ku Qasimlo qurbanî û baceke zêde daye, sala 1988’an di kongireya heştemîn a partiya xwe de Şoreşa Fîks ji bo nehêlana fikrên paşmayî û navçeperestiyê di nav refên vê partiyê de datîne.

Ji ber vê her kes yan jî aliyê ku di nav Kurdan de li Başûrê Kurdistanê hizrên eşîrperestî û navçeperestiyê weke Badînanperestî, Hewlêrperestî û Silêmanîperestiyê bike û di asta Rojhilatê Kurdistanê de jî di nava refên partiyan de Mehabadperestî, Merîwançîtî û Seqizperestiyê bike dijberê mekteba mezin a hekîm û bîrmendê Kurd Dr. Qasimlo ye. Eger ew kes di nava partiya Dr. Qasimlo de jî bin yan pleya wan di vê partiyê de hebe, lê dîsa jî kiryarên wan lidijî hizra Qasimlo ne.

Dahênaneke din a mezin ya Dr.Qasimlo di leyîzên siyasî yên Rojhilata Navîn de vegerandina mezinatî û rastbêjiyê ji bo vî mirovî ye ku siyasetê dike. Herwisa ew dahênan, vegerandina heman mezinatiyê ye ji bo vê saziyê ku xwe weke partî binav dike.

Têz û kiryarên Qasimloyê hekîm ne tenê mezinatî ji bo mirovê rojhilat vegerandiye ku şanaziyê bi siyasetkirinê bike, lêbelê karên partiyên Kurdî kirine xwedî şanazî ku dîplomasiyeke hevseng bi dewletên derdor ên dagirker re bikar bînin ji bo ku di ti qonaxekê de nebin leyîz û amorên destên van dewletên dagirker yên derdorê.

Dîrokê heya îro ku 26.06.2018 ye, nîşan daye ku ti yek ji partî û serkirdeyên din ên Kurd nekarîne ev şêwazê pêşketî yê siyasî û dîplomasî, praktîze bikin. Lêbelê Qasimlo di rojên herî tarî de û di serdema lehiya xwînê a şerê Îraq û Îranê de û di wan serdeman de ku çiyayên Kurdistanê ber êrîşa kîmyayî û gaza Xerdel a her du dagirkerên Fars û Ereb diketin, weke dewleteke pêşketî dîplomasî dikir û bi ti berjewemdî û taliyekê amade nebû hêzên xwe bibe nav eniya rejîma Sedam û hêncet jî neda destê hovtirîn dagirker (şeytanên riya Xumeynî) ku êrîşa kîmyayî bikin ser axa Rojhilatê Kurdistanê û li wir enfalê pêk bînin.

Hevdem mezintirîn bizava netewî û şoreşa çekdarî di asta her çar perçeyên Kurdistanê de rêve dibir û dîplomasiyeke hêja û girîng di asta cîhanê de ji bo Kurdan berhem anî.

Vegerandina mezinatiyê ji bo cîhana siyasî û dîplomasî a Rojhilata Navîn ji bo partî û dewletên kevnperest, yên ku malbatê weke mîratgir ferz dikin, xwînrij û yên ku bi pereyên xelkê zehmetkêş zengîn dibin, bûye sedem ku leyîzên siyasî bibin xwediyên hevsengî û hêviyê. Bi vî rengî her kesek di mekteba Qasimloyê hekîm de dibêje ku ez şanaziyê dikim ku endamê hizba demokrat im.

Niha êdî dema ku navê Qasimlo tê gotin, mirovê hemberî te, bi mezanatiya wî û rêbazê dihese.

Gelek balkêş û bêmînak e ku Sedam Husênê hov, dema ku bi Qasimlo re dicive, nikare li hemberî Qasimlo zêdegaviyê bike. Rast e Qasimlo ne top û tank û ne jî balafir hebûn. Lêbelê Qasimlo hizreke giran hebû ku dibû sedem da ku kesê hemberî wî, bi hevsengiya wî a bi bandor bihese.

Herwisa Qasimlo di ti rewşekê de hunera siyasetê weke karvedan, regezperestî û navçeperestiyê bi kar neaniye. Belkî weke mektebeke eqlî, rêveberiya leyîzên siyasî dikir ku têde hemû netewe, mezheb û navçeyan bi rengekî wehkev rêza xwe hene. Bi vî awayî dixwast neteweyên dagirker jî bîne ser vê baweriyê ku rêzê ji neteweya Kurd û xwestekên wê bigirin.

Ji ber vê, tevî ku tevgera Qasimlo gelek xurt jî bû, xwesteka wî xudmuxtarî bû û wî dizanî wê demê pêwîst bû li gor lojîkî bi vî rengî riftarê bike. Lêbelê gelek hevdîtin û nivîsên Qasimlo jî hene ku têde dibêje federalîzm sîstemeke hêja ye û di derbarê serxwebûnxwaziya netewa Kurd de jî dibêje serxwebûna hemû perçeyên Kurdistanê tê wateya hevgirtina Kurdan û nayê wateya veqetiyanê. Wateya vê jî ev e ku ev dewlet bi zorê û bi jînosayda Kurdan hatine avakirin lê xwesteka azadane ya Kurdan tiştekî din û berovajî van sînorên neheq e.

Bi vî rengî xuya dibe ku Qasimloyê hekîm bi şêwazên lojîkî yên xwe di navbera xwestek û hezkirinê de cudahiyê datîne û ew jî serxwebûn e û amanca lojîk a mumkîn jî wê demê xudmuxtarî bû. Ez dixwazim bêjim rast e ku niha xwestek û hezkirina xelkê Rojhilatê Kurdistanê serxwebûn e. Lêbelê armanca lojîk a mumkin, niha di leyîzên siyasî de bidestxistina federalîzmê ye.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/09/17 - 2018-12-08 - 17:27

hikûmeta îranê bênavber kolberan dike armanc

1397/09/09 - 2018-11-30 - 12:34

Kolberekî din yê Kurd hate kuştin

1397/09/08 - 2018-11-29 - 16:51

Kolberekî Kurd ji bilindahiyê berbû

1397/09/07 - 2018-11-28 - 17:17

Kolberekî din yê Kurd hate birîndar kirin

1397/09/06 - 2018-11-27 - 18:14

Hevwelatiyekî Kurd bo girtîgehê veguhastin