Mem û Zîn û şiroveya Perwîz Cîhanî
2013-03-17 12:50Çap‌Binin1286 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Mem û Zîn û şiroveya Perwîz CîhanîYaşar Eroglu

Heta niha Mem û Zîna şahkar a Ehmedê Xanî çend caran û bi tîpguhêziya çend kesan hatiye weşandin. Gelek kesan jî li ser berhemê şîrove derxistine û li gorî xwe nirxandine. Perwîz Cîhanî jî ji van kesan yek e û di sala 2011’an de şîroveya wî li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî di nav berhemên Weşanxaneya Nûbiharê de hatiye weşandin.

Ziman û daneheva di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de hatiye bikaranîn giran e. Bi rastî Xanî bi huner û zanîneke wisa ve ev berhema xwe ya şahkar honandiye kesên ku ne pisporên vê mijarê û alfabeya erebî bin nikarin ji nav derkevin û pê re serederî bikin. Ji ber vê yekê dema min dest bi vê gotarê kir, min hewce dît ku serê pêşîn ez rastiyekê bînim ziman û piştre dest bi kûrkirina nivîsarê bikim. Dixwazim ez li ser şîroveya Perwîz Cîhanî binivîsim lê; yek ez ne pisporê van mijaran im ku min li jor diyar kirine, ya duduyan tenê min çi ji vê şîroveyê fêm kir û bandora wê li ser min çi bû çarçoveya min dê ev be. Ger di tîpguhêzî û kurmacîzekirina wê de problem hebe ew aîdî şîrovekar e, ne aîdî min. Ji ber ku ez girêdayî tiştên wî nîşanî me dane dimînim.

Kêmasiyên wê

Ya rast çend tiştên min nerast dîtine raberî we bikim û derbasî nirxandinê bibim wê baştir bibe. Perwîz Cîhanî şîroveya xwe bi şêweyê ku Celalelettîn Yoyler bi pirtûka xwe ya bi navê Şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî ceribandiye, nivîsiye. Her çiqas gelek agahiyên dane sûdewer bin jî, li gorî min daneyên di bin navê ‘cuwankarî’ de pêşkêş kirine pirtûk giran kiriye. Ne hewce ye ku malikên Xanî bi çi hunerê û estetîkê hatine nivîsandin her kes bizanibe. Ew karê wêjenasan e, lê tenê ji bo wêjenasan nayê nivîsandin û armanca wê girseyeke berfireh a xwendayan e. 

Xalek jî ev e ku di bin navbernavê ‘peyvnasî’ de wateya gelek peyvên bên zanîn pir caran dubare kirine lê yên ku meriv hewce dibîne wateya wan fêr be yan qet nedaye yan jî tenê carekê daye û derbas bûye.

Kêmasiyeke din jî ketiye pey kitekit û detayan û hevsarê hevokan ji dest xwe berdaye.  Mimkûn bû ku pirtûk hê ziravtir û bê pirole derkeve. Yek jî ravekirina pênasêyên wêjeyê (wekî teşbîh, kînaye, mecaz, cînas û hwd.)  jî meriv dikare di vê çarçoveyê de bibîne. Di çarçoveya vê pirtûkê de hewceyî bi wan re jî nîn e. Xalên divê wekî nîşe di binê rûpelê de bên diyarkirin wekî mijarên esas di nava pirtûkê de hatine dayîn. Ev karekî edîtoryal e lê dixuye ku Cîhanî wekî terzekî pejirandiye û li weşanxaneyê ferz kiriye. 

Mijareke bingehîn jî ev e birêz Cîhanî terzê xwe, herêmîtiya xwe, rastnivîsa xwe, alfabeya xwe dispêre ziman û wêjeya bi kurmancî, lê ferz dike. Cudatiya xwe bi israr diparêze, berbihevhatina herêm, devok û zaravayên kurdî ji xwe re nake xem. Bi israr ji me re dibêje, ‘ez heme, serê govendê me.’

Li gel vê yekê jî ev kêmasî ne girêdayî naveroka şîroveyê ne û bi uslub, terz û teşeyê nivîsandina pirtûkê re eleqeder in.

Pir kesan Mem û Zîn rast şîrove nekir  

Li gorî min Perwîz Cîhanî şîroveyeke têr û tije pêk aniye. Kêmasiyên ku em di çarçoveya teşedana pirtûkê de dibînin di şîroveyê de nîn in. Şîrove xurt e û sadiq maye aso û bergeha ku Xanî di Mem û Zîna xwe de derpêşî me kiriye. Li ser navê Xanî tiştek pê ve nekiriye, negotiye, Xanî dixwaze vê bêje. Ango wateyeke batinî û yeke zahirî jê dernexistiye. Rasterast wate çi ye ew daye. Ev gelekî grîng e.

Hin kesên ku şîrove kirine Ehmedê Xanî li çarşev an jî perdeyeke mîstîsîzmê alandine. Bi vê jî, ji bo ku Xanî neyê fêmkirin çi ji destê wan hatiye kirine. Ehmedê Xanî ala û bala kirine lê rastî ne wisa ye. Di bin navê ala û balakirinê de xwe bilind kirine. Ehmedê Xanî ji rastiya wî dûr xistine. Berhema Xanî kirine dem û dezgehê bazirganiyê. Kirine zincîra berhilînê ya endustriyal. Her roj ji ber wê tiştekî derdixin û mîna keşfa Hindistanê we tirê tiştekî nû dîtine difroşine me. Yên ev kara kirine ne kurdiya wê, ne tîpguhêziya wê ya kurmancîzekirî xwendine. Her çi xwendibin ji ber wergera wê ya ji bo tirkî xwendine û ew keşfa xwe ya ‘şahkar(!)’ kirine û mohra xwe jî li bin dane. Hin kesan jî rasterast şiltaxî û îftira li wî kirine.

Em ne hewceyî şîroveyan in ên ku wan lêzêdekirî, gotinên Xanî yên wan pêçayî û veşartî kirine. Em hewceyî wan gotinan in ku Xanî bi pênûsa xwe nivîsiye û yên zane veguhestine kurmanciya îro. Ango rasterast wateya malikên Xanî.

Perwîz Cîhanî kedeke hêja daye

Kifş e ku Perwîz Cîhanî wêjeya îranî-farisî, erebî, kurdî baş dizane; haya wî baş ji felsefe, ol, astrolojiyê heye. Demeke dirêj ji bo vê şîroveyê veqetandiye. Ango karekî cidî pêk aniye. Ev xebata hêjayî nirxandin û pesndanê ye.

Heta niha min sê berhemên li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî xwendine. Yek a M Emîn Bozarslan, yek a H Mem û yek jî ya Perwîz Cîhanî. Û pir nirxandinên li ser Ehmedê Xanî… Ya Bozarslan berê bi wergera tirkî, piştre bi veguhestina kurmancî bû. Ew jî bi helbestkî bû, bê rave û şîrovekirin bû. Ew berhemên hêja bûn lê ji bo hînbûna berfireh ne guncav bûn. Ya H Mem bi serê xwe Ehmedê Xaniyekî nû û destaneke ne bi Xanî re eleqe derxistiye holê. Lê ya Perwîz Cîhanî têr û tije ye û Ehmedê Xanî bi xwe ye. Dest dide ku meriv ji dev û pênûsa wî, wî fêr bibe. Tev zanîn û daneheva xwe ji bo pirtûkê rêtiye ser kaxiz. Zanîn û daneheva wî şîroveyên wî dewlementir kirine. 
 
Sûdeke mezin dikare jê bê wergirtin

Min bi xwe, bi van agahî û şîroveyan baştir, têr û tijetir ji Mem û Zîna Xanî sûdwergirt. Ez ji berê baştir ji felsefe, tasawuf, civaknasî, kurdnasî û perwerî, îlahiyat, stêrknasî, wêje, huner, muzîk, nebat û ajalnasî û qabîliyetên bi vî rengî yên Xanî haydar bûm. Ez ji duh baştir dizanim ku Xanî bi amûra Mem û Zînê xwestiye çi bide me û çi bike. Ez bawer im ku kesê ku bi çavê rexnegirî Perwîz Cîhanî bixwîne wê bigihîje heman encamê.

Serê pêşîn metodolojiya Perwîz Cîhanî ya danfêmkirina Xanî rast e. Bi awayekî zanistî nêzîkî berhema Xanî bûye. Ne surrealîzm ne jî mîstîsîzm ji xwe re kiriye metoda fêmkirin û fêrbûnê. Berevajî vê kiras, derpê, çarşev û perdeya ku xwestine li Mem û Zînê bialînin, di nav wê hawira kefikî û genî de veşêrin, ji vê berhema şahkar kiriye. Ev çarşeva reş a mîstîsîzmê rakiriye. Daxwaza pêşîlêgirtina zanîn û fêmkirina berhemê pûç kiriye. Pê re jî agir ji destê xweda û xwedavendan derxistiye, aniye jêr, daye destê girseya mezin.

Em dikarin çi ji vê keda bêhempa re bibêjin! Tenê em bêjin mala te ava. Dest û tiliyên te neêşin, her dem ter bin ku tu bikaribî riya berhemên hêjatir vekî û li daneheva ziman, wêje û çanda kurdî zêde bikî.  
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1397/08/14 - 2018-11-05 - 18:10

Nûçegihanekî Kurd hate ceza dan