Kolberekî Kurd bi 80 milyon tûmenî hate cerîmekirin
2019-06-26 13:14Çap‌Binin222 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Kolberekî Kurd bi 80 milyon tûmenî hate cerîmekirinAjansa Kurdpa: Kolberekî Kurd xelkê bajarê Urmiyê, ji aliyê dezgeha qezayî ya Hikûmeta Îranê ve, bi 80 milyon tûmenî hate cezadan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, kolberekî Kurd yê bi navê “Faruq Zemanî” kurê Ebdul Kerîm û xelkê “Dize” ya girêdayî devera mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê dezgeha qezayî, bi tohmeta “hilgirtina tiştên qaçax” bi 80 milyon tûmen cerîmeya neqdî hate cezakirin, û piştî sepandina wê cezayê ji aliyê dadgehê ve, bi danîna barimteyê hate azadkirin.

Wî kolberê Kurd bi sedema wê cezayê, nerazîbûnên xwe nîşan dan û dosya navbirî bo lêkolînkirinê bo dadgeha lêkolîn ya bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Li gorî gotina keseke nêzî wî kolberê Kurd, ew cezayê giran ku li ser wî kolberê Kurd hatiye sepandin, di demekê de ye ku, li dema desteserkirina navbirî tu alavekî qaçax jê re nebûye.

Ew kolberî Kurd, di dawî hatina meha Xakelêweya îsal de, li “dize” a girêdayî devera Mirgewer hatibû desteserkirin, û bi sedema nebûna barimte bo azadkirina wî, navbirî li heyama Du mehan bi qedereke nexûya, di girtîgehê de bû.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/23 - 2019-07-14 - 18:39

Kolberekî Kurd hate birîndarkirin

1398/04/23 - 2019-07-14 - 12:38

Hûnermendekî Kurd warê xwe bicih hêla

1398/04/17 - 2019-07-08 - 19:22

Kolberekî Kurd li bajarê Serdeştê hate kuştin

1398/04/11 - 2019-07-02 - 17:39

Desteser kirina welatiyek Kurd li bajarê Nodşê

1398/04/10 - 2019-07-01 - 17:07

Çar welatiên Kurd hatine desteserkirin