Di bajarê Urmiyê de, 33 kesan bi sedema madeyên hişber canê xwe jidest dane
2019-06-24 12:33Çap‌Binin239 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Di bajarê Urmiyê de, 33 kesan bi sedema madeyên hişber canê xwe jidest daneAjansa Kurdpa: Zêdeyê 30 kes li hevwelatiyên bajarê Urmiyê bi sedema madeyên hişber canê xwe jidest dane.

Berpirsê hêzên leşkerî yê bajarê Urmiyê ragijhandiye: Di sala 1397`an de 33 kes li hevwelatiyên bajarê Urmiye, bi sedema bikaranîna madeyên hişber canê xwe jidest dane.

Mes`ûd Xoremniya ku di civîneke mediyayî de daye zanîn ku, di nava wan 33 hevwelatiyên ku bi sedema madeyên hişber canê xwe jidest dane 32 ji wan mêr û digel jinekê bûne.

Li gorî amara Saziya pizîşkî ya yasaya Îranê ku li sala 1397`an, daye zanîn, 3 hezar û 672 kes di Îranê de bi sedema bikaranîna madeyên hişber canê xwe jidest dane, û ew amare li gorî sala 1396`an ku 3 hezar û 56 kes bûye, 20% ji zêde kiriye.

Li gorî wê amarê rojane di Îranê de nêzî 11 kes bi sedema bikaranîna madeyên hişber canê xwe jides didin.

Li gorî amarên Navendên berevanîkirin li madeyên hişber di Îranê de, zêdeyê 1 milyon û 400 hezar kes ku rastî madeyên hişber hatine hene, û eve di demekê deye ku, amarên nefermî bas ji 4 milyon kesên ku rastî madeyên hişber hatine hene.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/23 - 2019-07-14 - 18:39

Kolberekî Kurd hate birîndarkirin

1398/04/23 - 2019-07-14 - 12:38

Hûnermendekî Kurd warê xwe bicih hêla

1398/04/17 - 2019-07-08 - 19:22

Kolberekî Kurd li bajarê Serdeştê hate kuştin

1398/04/11 - 2019-07-02 - 17:39

Desteser kirina welatiyek Kurd li bajarê Nodşê

1398/04/10 - 2019-07-01 - 17:07

Çar welatiên Kurd hatine desteserkirin