Wezareta Derve ya Holanda geştkirina welatiyên xwe bo Belûçistan û Kurdistanê qedexekir
2019-06-23 17:23Çap‌Binin670 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Wezareta Derve ya Holanda geştkirina welatiyên xwe bo Belûçistan û Kurdistanê qedexekirAjansa Kurdpa: Wezareta Derve ya Holandayê di daxûyaniyekê de, hatuçûya hevwelatiyên wî welatî, bo parêzgehên Sîstan û Belûçistan û Kurdistanê qedexe kir.

Wezareta Derve ya Holanda, di daxûyaniyekê de daxwaz li hevwelatiyên xwe kiriye ku, xwe li hatuçûkirin li sînorên parêzgehên Sîstan û Belûçistan û Kurdsitanê biparêzin.

Wezareta Derve ya Holandayê, sedema qedexekirina çûna hevwelatiyên xwe bo sînorên wan Du herêman, bo “aloziyên siyasî û leşkerî yên dinavbera Îran û Amerîkayê” daye zanîn.

Di vê pêwendiyê de, Wezareta Derve ya Danmarkê jî, bi weşandina agehdariyekê, daxwaz li hevwelatiyên wî welatî kiriye ku, li dema çûn bo Îranê, li çûn bo Kurdistan, Xûzistan û Belûçistanê, xwe dûr bigr in.

Herwisa, di wê agehdariya Wezareta Derve ya Danmarkê de, îşare bi rewşa avarte û ew gefên ku bi sedema şer û pevçûnên çekdarî li navbera hêzên leşkerî yên hikûmet û hêzên girêdayî bi Partiyên neteweyên Îranê re têne gorê, kiriye.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/23 - 2019-07-14 - 18:39

Kolberekî Kurd hate birîndarkirin

1398/04/23 - 2019-07-14 - 12:38

Hûnermendekî Kurd warê xwe bicih hêla

1398/04/17 - 2019-07-08 - 19:22

Kolberekî Kurd li bajarê Serdeştê hate kuştin

1398/04/11 - 2019-07-02 - 17:39

Desteser kirina welatiyek Kurd li bajarê Nodşê

1398/04/10 - 2019-07-01 - 17:07

Çar welatiên Kurd hatine desteserkirin