welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî
2019-06-15 18:06Çap‌Binin246 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anîAjansa Kurdpa: Jina Kurd ya xelkê bexşa “Bayingan” a girêdayî bajarê Pawe, bi sedema arîşeyên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 24`ê Cozerdana 1398`an, jina Kurd ya temen 32 salî ya bi navê “Şêwa Xusrewî” keça Welî û xelkê “Bayingan” a girêdayî bajarê Pawe, bi sedema arîşeyên malbatî dawî bi jiyana xwe anî.

Ew jina Kurd, bi xwarina “Heaba Birinc” xwe kuştiye û termê wê bo nexweşxaneya yasayî ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Ew jina Kurd, du rojan berî ku dest bi xwekujiyê bide, ji hevjînê xwe telaq standibû û dayîka du zarokan bû.

Her di vê derheqê de jî, roja Çarşemî 22`ê Cozerdana 1398`an, jineke din ya temen kêm, ya bi navê “Jîla Mizeferî” temen 25 salî û keça Arif û xelkê gundê “Pişte” a girêdayî bajarê Kamyaranê, dawî bi jiyana xwe anî.

Ew welatiya Kurd, bi sedema arîşeyên malbatî dawî bi jiyana xwe aniye.

Tê gotin ku ew jina Kurd, bi awayî daliqandinê, dawî bi jiyana xwe aniye.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/23 - 2019-07-14 - 18:39

Kolberekî Kurd hate birîndarkirin

1398/04/23 - 2019-07-14 - 12:38

Hûnermendekî Kurd warê xwe bicih hêla

1398/04/17 - 2019-07-08 - 19:22

Kolberekî Kurd li bajarê Serdeştê hate kuştin

1398/04/11 - 2019-07-02 - 17:39

Desteser kirina welatiyek Kurd li bajarê Nodşê

1398/04/10 - 2019-07-01 - 17:07

Çar welatiên Kurd hatine desteserkirin