Bi sedema teqîna mînê pê kolberekî hate qutkirin
2019-06-08 13:49Çap‌Binin188 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Bi sedema teqîna mînê pê kolberekî hate qutkirinAjansa Kurdpa: Teqîna mînê bû sedema qutkirina pê kolberê Kurd yê xelkê bajarê Rebetê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê, 7`ê Hezîrana 2019`an, kolberê Kurd yê bi navê Danyal Ezîzî, temen 25 salî û xelkê bajarê Rebeta girêdayî Serdeştê, bi sebeba teqîna mînê pêyeke xwe jidest da.

Ev kolberê Kurd li bilindahiyên gundê Kanî Zerd a girêdayî bexşa navendî ya bajarê Serdeştê, rastî wê bûyerê hatiye.

Ev kolberê Kurd bo çareseriyên pîzişkî bo navenda dermanî ya bajarê Serdeştê hatiye veguhastin û niha di bin çavdêriyên pîzişkî de ye.

Li gorî zanyariyên ber dest, 6 milyon hiktar li axa Îranê bi mînam hatiye alozkirin û li gorî amaran, zêdey 20 milyon mîn li seranserê Îranê hene ku di vê navberê de, parêzgehên wekî Îlam, Kirmaşan, Kurdistan û Urmiye, bi sedema ewlehîbûn û herwisa sînorî bûn, ji van deverên herî zêde, aloz bi mînên çandî hatine hesabkirin.

Karê paqijkirina deverên aloz bi mînan li deverên Kurdistan û bakûra rojavaya Îranê, li sala 1366`an ji aliyê hêzên leşkerî û Spaha Pasdaran û Besîc destpê kiriye, piroseya paqijkirina mînan li sala 1377`an heya 1382`an, bi stûyê wezareta dewletê bûye û li sala 1383`an navenda paqijkirina mînan ya dewletê ya girêdayî bi wezareta Berevanîkirin û piştevanîkirin ji hêzên leşkerî bi stû bûye.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan

1398/03/12 - 2019-06-02 - 18:10

Welatiyekî Kurd li bajarê Sine hate desteserkirin

1398/03/12 - 2019-06-02 - 14:12

Morexesî ji girtiyên siyasî Kurd re nedan

1398/03/11 - 2019-06-01 - 12:54

Welatiyekî Kurd hate bidarvekirin

1398/03/07 - 2019-05-28 - 12:05

Kasibkarekî Kurd hate birîndarkirin

1398/03/06 - 2019-05-27 - 13:41

Çalakvanekî Kedkariyê yê Kurd hate cezakirin