Spaha Pasdaran alavên rêçêkirinê bo bilindahiyên sînorê bajarê Şinoyê vediguheze
2019-05-31 13:11Çap‌Binin336 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Spaha Pasdaran alavên rêçêkirinê bo bilindahiyên sînorê bajarê Şinoyê vediguhezeAjansa Kurdpa: Spaha Pasdarana hikûmeta Îranê, ji bo vekirina rêyan li bilindahiyên sînorê bajarê Şinoyê, û çêkirina rêyên nû bo vehuhastina hêzên xwe bo van deveran, tiromibîlên rê lêdanê bo wan deveran vadiguheze.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pênçşemî 9`ê Cozerdana 1398`an (30`ê Gulana 2019`an), Spaha Pasdaran hikûmeta Îranê, tiromibîlên rê çêkirinê bo bilindahiyên sînorî ên bajarê Şinoyê veguhastine.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de Spaha Pasdaran, li bilindahiyên sînorî yên bajarê Şinoyê, rêyên nû lê dide.

Vê çavkaniya agedar zêde jî kiriye ku: Ev kiryara Spaha Pasdaran bo veguhastina bilez ya hêzên xwe bo ser sînoran e.

vê çavkaniyê wiha berdewam kir: Spaha Pasdaran bi hinceta pêşîgirtin ji hêzên Partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, rewşek ewleh û awarte li deverê pêk aniye.

Her di vê derheqê de, roja Pêncşemî 9`ê Cozerdana 1398`an, Spaha Pasdaran dest bi veguhastina hêza leşkerî û çekên giran bo bilindahiyên çiyayê Şaho li bajarê Kamyaranê daye.

Hatiye bas kirin ku, Helîkopterên şer ên Spaha Pasdaran di heyama roja derbazbûyî de, bi awayê berdewam li ser bilindahiyên Şaho firîne.

Hemû salan di demsalên Bihar û Havînê de, Spaha Pasdarana hikûmeta Îranê, bi hinceta pêşîgirtin ji hêzên Partiyên Kurd yên opozisyona Hikûmeta Îranê, dest bi veguhastina hêzên leşkerî û çekên giran bo deverên coda yên Kurdistanê dide.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/05/23 - 2019-08-14 - 17:28

Kasibkarekî Kurd hate birîndarkirin

1398/05/21 - 2019-08-12 - 12:58

kasibkarekî Kurd hate kuştin

1398/05/19 - 2019-08-10 - 11:39

Welatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/05/17 - 2019-08-08 - 13:50

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/05/17 - 2019-08-08 - 12:00

Welatiyên Kurd bi berdewamî têne desteserkirin

1398/05/15 - 2019-08-06 - 19:38

Ciwanên Kurd bi berdewamî têne desteserkirin

1398/05/14 - 2019-08-05 - 11:56

Welatiyekî Kurd bi awayekî demkî hate azadrkirin

1398/05/13 - 2019-08-04 - 13:00

Dîsan welatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/05/12 - 2019-08-03 - 18:54

Qedera welatiyekî Kurd nexuya ye

1398/05/09 - 2019-07-31 - 13:12

Çalakvaneke Kurd hate desteserkirin

1398/05/08 - 2019-07-30 - 11:55

Wezîfedarekê hêza întîzamî hate kuştin

1398/05/06 - 2019-07-28 - 13:28

Sî hespên kasibkaran hatin kuştin

1398/05/06 - 2019-07-28 - 11:40

Kasibkarekî Kurd hate birîndarkirin

1398/05/05 - 2019-07-27 - 17:01

Endamekî Spaha Pasdaran li Sewlava hate kuştin

1398/05/05 - 2019-07-27 - 12:04

Jineke Kurd ji îdamê rizgar bû

1398/05/03 - 2019-07-25 - 13:44

Du girtiyên Kurd li îdamkirinê rizgar bûn

1398/05/01 - 2019-07-23 - 13:37

Dîsan kolberekî Kurd hate birîndarkirin