Hejamreke kolberên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin
2019-05-29 17:56Çap‌Binin294 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Hejamreke kolberên Kurd hatin kuştin û birîndarkirinAjansa Kurdpa: Hejmareke kolberên Kurd bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên Spaha Pasdaran a hikûmeta Îranê li ser sînorê bajarê Pîranşarê, hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 7`ê Cozerdana 1398`an, komek kolberên Kurd li devera Seçoman a girêdayî bajarê Pîranşarê, rastî gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran hatin û di encamê de, hejmarek kolberên Kurd hatin kuştin û birîndarkirin.

Nasnameya du kes ji van kolberên Kurd yên ku di vê bûyarê de canê xwe jidest dane wiha ne, “Xalid Selîmî xelkê bajarê Serdeştê û Akam Bardêl xelkê bajarê Mehabadê ne.

Herwisa derheq nasnameya kolberên din yên ku di vê bûyerê de zirar dîtine heya niha tu zanyariyek ber dest nine.

Ev kolberane bi bê hişdariya pêştir ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran, bûne armanca rasterast ya gulleyên wan.

Her di vê pêwendiyê de, roja Duşemî 6`ê Cozerdanê, kolberekî din yê Kurd yê bi navê Nasir Eleviyan, temen 55 salî û xelkê gundê Miyanê, ku rûnştiyê bajarê Merîwanê bû, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî bi dijwarî birîndar bibû.

Wêne: Akam bardêl û Xalid Selîmî
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan

1398/03/12 - 2019-06-02 - 18:10

Welatiyekî Kurd li bajarê Sine hate desteserkirin

1398/03/12 - 2019-06-02 - 14:12

Morexesî ji girtiyên siyasî Kurd re nedan

1398/03/11 - 2019-06-01 - 12:54

Welatiyekî Kurd hate bidarvekirin

1398/03/07 - 2019-05-28 - 12:05

Kasibkarekî Kurd hate birîndarkirin

1398/03/06 - 2019-05-27 - 13:41

Çalakvanekî Kedkariyê yê Kurd hate cezakirin