Çarenivîsa Zehra Mihemedî endama Encûmena Kultûrî û Civakî ya Nûjînê nezelale
2019-05-28 13:50Çap‌Binin251 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Çarenivîsa Zehra Mihemedî endama Encûmena Kultûrî û Civakî ya Nûjînê nezelaleAjansa Kurdpa: Hêzên îtila`atê derheq bersivdana zelal derheq çarenivîs û cihê xwedîkirina wê endama Encûmena Kultûrî û Civakî ya “Nûjînê” xwe diparêzin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hêzên îtila`atê ji bersivdaneke zelal derheq çarenivîsa wê endama hatî desteserkirin ya Encûmena Kultûrî û Civakî ya “Nûjînê” xwe diparêzin.

Yek ji endamên Encûmena Kultûrî û Civakî ya “Nûjînê” di vê derheqê de ji Ajansa Nûeçgihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku, tevî bidûreçûnên malbata Mihemedî, Encûmena Nûjîn û çalakvanên medenî, hêzên îtila`atê ji dana zanyariyên zelal derheq tohmetên Zehra Mihemedî xwe diparêzin.

Roja Duşemî 6`ê Cozerdana 1398`an, endamê Encûmena Kultûrî û Civakî ya “Nûjînê”, li pêşberî dadweriya bajarê Sine, kombûnên nerazîbûnê lidar xistin û daxwaza azadkirin bilez û bê şert û mercy a Zehra Mihemedî endama hatî desteserkirin a vê encûmenê kiribûn.

Roja Yekşemî 5`ê Cozerdana 1398`an, du endamên hatinî desteserkirin yên Encûmena Kultûrî û Civakî yên “Nûjînê” yên bi navên “Êdrîs Minberî û Rêbwar Minberî” xelkên bajarê Sine hatibûne azadkirin û Zehra Mihemedî endameke din ya vê encûmenê heya niha jî desteserkiriye.

Roja Pêncşemî, ev sê çalakvanên medenî yên Kurd bi bê destûra dadweriyê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan

1398/03/12 - 2019-06-02 - 18:10

Welatiyekî Kurd li bajarê Sine hate desteserkirin

1398/03/12 - 2019-06-02 - 14:12

Morexesî ji girtiyên siyasî Kurd re nedan

1398/03/11 - 2019-06-01 - 12:54

Welatiyekî Kurd hate bidarvekirin