Sê ciwanên Kurd hatin desteserkirin
2019-05-25 14:22Çap‌Binin241 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Sê ciwanên Kurd hatin desteserkirinAjansa Kurdpa: 3ê Ciwanên Kurd yên xelkên bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hatine desteserkirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, çend rojan berî niha, 3`ê ciwanên Kurd yên bi navên “Davod Ehmedî, Selah Sa`idî, û Heyder Sa`idî” xelkên gundê Gavere ya girêdayî bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hatine desteserkirin û bo cihekî nediyar veguhastine.

Li gorî çavkaniyekî agehdar, hêzên îtila`atê bi bê hebûna destûra dadgehê ew 3`ê ciwanên Kurd desteserkirine.

Vê çavkaniyê daye xuyakirin, li derheq çarenivîsa wan 3`ê ciwanên Kurd yên hatinî desteserkirin, tu zaniyariyek li ber dest nîne.

Heya belavbûna vê nûçeyê, derheq sedema desteserkirina wan 3`ê welatiyên Kurd tu zaniyariyeke zelal li ber dest nine.

Her di vê derheqê de, roja Pêncşemî, 2`ê Cozerdana 1398`an(23`ê Gulana 2019`an), sê çalakvanên medenî yên Kurd yên bi navên “Êdrîs Minberî, Zehra Mihemedî û Rêbwar Minberî”, xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hatine desteserkirin.

Ew 3 çalakvanên medenî ku endamên Encûmena Kultûrî û Civakî ya “Nojîn” bûne, û bi bê hebûna destûra dadgehê ew desteserkirin e.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan

1398/03/12 - 2019-06-02 - 18:10

Welatiyekî Kurd li bajarê Sine hate desteserkirin

1398/03/12 - 2019-06-02 - 14:12

Morexesî ji girtiyên siyasî Kurd re nedan

1398/03/11 - 2019-06-01 - 12:54

Welatiyekî Kurd hate bidarvekirin