Du kasibkarên Kurd li bilindahiyên bajarê sînorê Şinoyê birîndar bûn
2019-05-24 13:04Çap‌Binin271 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Du kasibkarên Kurd li bilindahiyên bajarê sînorê Şinoyê birîndar bûnAjansa Kurdpa: Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, du kasibkarên Kurd li bilindahiyên sînorê bajarê Şinoyê dane ber gulleyan û di encamê de, herdu kasibkarên Kurd bi dijwarî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 2`ê Cozerdana 1398`an(23`ê Gulana 2019`an) du kasibkarên Kurd yên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên “Mela Necmedîn” xelkê gundê Sofiyan û “Ebdulqadir Cesorî” xelkê gundê Nelos” di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi dijwarî birîndar bûne.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar: Di vê bûyerê de, hejamreke pez û hespên kasibkarên Kurd jî bi sebeba gullerşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatine kuştin.

Herwisa çavkaniya agedar di vê derheqê de zêde jî kiriye ku: Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, dest biser tiştên kasbikaran girtine.

Herwisa ev du kasibkarên Kurd yên ku di vê bûyerê de hatine binrîndarkrin, bo tedaviyên pizîşikî bo navendên dermanî veguhastine.

Her di vê pêwendiyê de, roja Yekşemî 29`ê Banemera 1398`an, du kolberên din yên Kurd yên bi navên “Nasir (Cehanbexş) Husêynîpûr û Mihsên Husêynîpûr”, yên xelkê bajarê Pîranşarê jî bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatibûna birîndar kirin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/03 - 2019-06-24 - 11:47

Du welatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan