Sê çalakvanên Kurd hatin desteserkirin
2019-05-24 12:46Çap‌Binin209 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Sê çalakvanên Kurd hatin desteserkirinAjansa Kurdpa: Sê çalakvanên medenî yên Kurd yên xelkê bajarê Sine û endamên Encûmena Kultûrî û Civakî ya bi navê “Nojîn”, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hatine desteserkirin.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî, 2`ê Cozerdana 1398`an(23`ê Gulana 2019`an), sê çalakvanên medenî yên Kurd yên bi navên “Êdrîs Minberî, Zehra Mihemedî û Rêbwar Minberî”, xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê hatine desteserkirin.

Ev sê çalakvanên medenî yên Kurd piştî desteserkirinê, bo cihekî nediyar veguhastine û çarenivîsa van nezelale.

Encûmena Kultûrî û Civakî ya binavê “Nozîn” nûçeya desteserkirina van sê endamên xwe di torên civakî de, erêkiriye û desteserkirina van şermezarkirine.

Heya belavbûna vê nûçeyê, sedem yan sedemên desteserkirina van sê çalakvanên medenî yên Kurd tu zanyariyek ber dest nine.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/03 - 2019-06-24 - 11:47

Du welatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan