Welatiyekî Kurd li parêzgeha Xurasanê hate dadgehîkirin
2019-05-23 18:34Çap‌Binin209 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Welatiyekî Kurd li parêzgeha Xurasanê hate dadgehîkirinAjansa Kurdpa: Welatiyek Kurd yê xelkê bajarê “Kelat”a girêdayî parêzgeha Xurasana Rezewî, di dadgehê de amade bû, û di dadgehê de daxwaza berevankirin ji xwe kir.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajanasa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 28`ê Banemera 1398`an, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mehdî Gencbexiş” bi tawana “belavkirina şay`e, û alozkirina ramana giştî, piropagende li dijî nizam û bêrêzî li rêberê nizamê” li dadgeha bajarê Kelat, bi amadebûna “Usman Mozeyn” parêzerê yekem ê dadweriyê, hate dadgehîkirin.

Ev welatiyê Kurd, roja 3`ê Pûşpera 1397`an, bi sedema wan tawanan hatibû desteserkirin û piştî 10 rojan lêkolîn, bi danîna barmteya bi qasî 250 milyon Tûmenî hate azadkirin û wezareta îtila`atê li dijî wî welatiyê Kurd dozvekiribû.

Ev welatiyê Kurd, di dema desteserkirinê de, heya niha 5 caran bo dadgehê hatibû gazîkirine.

Mehdî Gencbexiş, 18`ê Sermaweza 1390`an, bi tawana “alîkarîkirin di gel yek ji Partiyên Kurd yên Opozisîsona hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin, û heya rêkevta 18`ê Rêbendana 1390`an, li girtîgeha îtila`atê di bin lêkolînê de bûye.

Piştre ev welatiyî Kurd, ji aliyê dezgeha dadweriyê ve bi salekî hepisa te`êzîrî hate cezakirin, û li sala 1391`an, piştî derbaskirina heyama girtîgeha xwe bi hesabkirina heyama desteserina wî, di girtîgeha “Wekîlava” ya bajarê Meşhedê hate azadkirin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/03 - 2019-06-24 - 11:47

Du welatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan