Hevwelatiyekî Kurd li bajarê Pawe bi du sal heps hate ceza dan
2019-05-21 17:06Çap‌Binin268 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Hevwelatiyekî Kurd li bajarê Pawe bi du sal heps hate ceza danAjansa Kurdpa: Hevwelatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Pawe piştî derbazbûna sê mehan bi ser desteserkirinê û bîçarenivîsbûnê du sal heps hate ceza dan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, xortekî Kurd yê bi navê Pûya Resûlî temen 25 salî û kurê Êzet û xelkê bajarê Pawe ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Kirmaşanê, bi du sal heps hate ceza dan.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ev welatiyê Kurd bi tawana “endam bûn di yek ji Partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”, bi du sal heps hate ceza dan.

Ev ciwanê Kurd sê mehan berî niha, “endamê yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin, û piştî bidawîbûna lêkolîn ob girtîgeha navendî ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Berê jî, Pûiya Resûlî, endamê yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê bû û piştî vegeriyana bo Îranê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/03 - 2019-06-24 - 11:47

Du welatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan