Du kolberên Kurd hatin birîndarkirin
2019-05-20 19:05Çap‌Binin277 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Du kolberên Kurd hatin birîndarkirinAjansa Kurdpa: 2 kolberên Kurd yên xelkên bajarê Pîranşarê, bi sedema gullerşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi dijwarî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî, 29`ê Banemera 1398`an (19`ê Gulana 2019`an) 2 kolberên Kurd bi navên Nasir (Cehanbexş) Hisênîpûr û Mihsên Hisênîpûr, û xelkê bajarê Pîranşar, rastî gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê hatine û di encamî de bi dijwarî birîndar bûne.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev du kolberên Kurd, bav û kur in, û li Sîlve a girêdaiy bajarê Pîranşarê rastî gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatine.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ev 2 kolberên Kurd bo çareseriyên pizîşikî, bo nexweşxaneya bajarê Çomana girêdaiy Herêma Kurdistana Îraqê, hatibûne veguhastin, lê, bi sedema kûrahiya birînên wan, ev bo nexweşxaneya “Emergencey” ya bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Îraqê veguhastine.

Herwisa vî çavkaniyê zêde kiriye: 2 gulleyên hêzên leşkerî, li pê Nasir Hisênîpûr ketine û yek gulle jî li pê kurê vî, Mihsên ketiye.

Ev 2 kolberên Kurd niha li nexweşxaneya “Emergencey” ya li bajarê Hewlêr,bin çavdêriya pizîşkan de ne.

Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/03 - 2019-06-24 - 11:47

Du welatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan