Xwendekarekî Kurd hate desteserkirin
2019-05-19 13:56Çap‌Binin258 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Xwendekarekî Kurd hate desteserkirinAjansa Kurdpa: Xwendekarekî Kurd yê li zanîngeha Peyama Nûr ya bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îtila`ata wî bajarî ve hate desteserkirin.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 28`ê Banemera 1398`an(18`ê Gulana 2019`an), Kijwan Azadiyan xwendekarê Kurd yê li zanîngeha Peyama Nûr ya li bajarê Merîwanê, û çalakvanê warê jîngehê, ji aliyê hêzên îtia`atê ve hate desteserkirin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, tevî erêkirina vê nûçeyê ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re, ragihandiye ku, hêzên îtila`atê bi bê radestkirina destûra dadgehê ev xwendekarê Kurd desteser kirine.

Herwisa vê çavkaniya agehdar gotiye: Li heyama meha derbazbûyî heya niha, ev du carin ku hêzên îtila`atê wî xwendekarê Kurd desteserdikin.

Heya belavbûna vê nûçeyê derheq sedema desteserkirina vî xwendekarê Kurd tu zanyariyek berdest nine.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/03 - 2019-06-24 - 11:47

Du welatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan