Lipey ketina hêzên leşkerî can jidest dana kasibkarekî Kurd lê ket
2019-05-18 18:00Çap‌Binin251 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Lipey ketina hêzên leşkerî can jidest dana kasibkarekî Kurd lê ketAjansa Kurdpa: Tromibîla kasibkarê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê, bi sebeba lipey ketina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, rastî bûyera qulibandên hat û di encamê de ajotvan canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, şeva Pêncşemî 26`ê Banemera 1398`an, tiromibîla kasibkarê Kurd yê bi navê Hisam Muhbî, kurê Mensûr û xelkê devera Biharstana jêrê, ya girêdaiy bajarê Seqizê bi sedema lipeyketin û revîna ji destê hêzên leşkerî yên hikûmetê, tiromibîl diqilbe û dibe sedema can jidest dana wî.

Ev kasibkarê Kurd di dema lipey ketina hêzên leşkerî û revîn ji destê van, tiromibîla wî ji cadeya dinavbera Seqiz bo Zencanê, rastî vê bûyerê hatiye û herwisa welatiyekî din yê ku di vê tiromibîlê de bûye bi dijwarî birîndar bûye.

Her di vê pêwedniyê de, şeva Sêşemî 24`ê Banemera 1398`an, kasibkarekî din yê Kurd yê bi navê Aram Zerdeşiwane, kurê Vahid û xelkê gundê Gundvîla a girêdaiy bajarê Şinoyê, li rûbara bi navê Gader dikeve û dixeniqe.

Ev kasibkarê Kurd yê temen 17 salî, ku digel hespê xwe di dema derbazbûna li rûbara Gaderê, bi sedema bihêzbûna ava rûbarê, nekarî rizgar be û xenqî.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/03 - 2019-06-24 - 11:47

Du welatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan