Welatiyekî Kurd bi 6 sal heps hate cezadan
2019-05-14 12:24Çap‌Binin223 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Welatiyekî Kurd bi 6 sal heps hate cezadanAjansa Kurdpa: Dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê bi 6 sal heps ceza da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, welatiyê Kurd yê bi navê Simko Ce`iferî temen 28 salî û xelkê bajarê Urmiyê ji aliyê dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê bi 6 sal heps hate çezakirin.

Ev welatiyê Kurd di destpêka Nîsana îsal de, bi tawana “alîkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê”, hatiye dadgehîkirin û 6 sal cezayê hepsê jê re hatiye birîn.

Simko Ce`iferî roja Çarşemî 29`ê Reşemeha sala 1397`an ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê hatibû desteserkirin û piştî bidawîbûna lêkolînê, roja Yekşemî 11`ê Xakelêweyê, bi danîna barmeta bi qasî 120 milyon Tûmenî bi awayê demkî hatiye azadkirin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/03 - 2019-06-24 - 11:47

Du welatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan