Du kolberên Kurd li bajarên cuda yên Kurdistanê birîndar bûn
2019-05-13 13:47Çap‌Binin227 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Du kolberên Kurd li bajarên cuda yên Kurdistanê birîndar bûnAjansa Kurdpa: Du kolberên Kurd li ser sînorê bajarên wekî, Serdeşt û Hewramanê, bi sedema gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li bilindahiyên çiya berbûn û bi dijwarî birîndarbûn.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbasbûyî de, komek li kolberên Kurd li devera “Bêwiran” ya girêdayî bajarê Serdeştê, rastî gullereşandina rasterast yên hêzên leşkerî yên Spaha Pasdaran hatine û di encam de, kolberekî Kurd yê bi navê “Mecîd Rehîmî” yê temen 29 salî û kurê Omer û rûniştiyê bexşa Vezîne ya bajarê Serdeştê hate birîndarkirin.

Di vê bûyerê de gulle li pê wî kolberê Kurd ketiyeû û ev bo tedawiyên pîzişkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê veguhastine.

Herwisa roja Yekşemî 22`ê Banemerê, Kolberekî din yê Kurd li bilindahiyên çiyayê “TeTe” ya girêdaiy bajarê Hewremanê, berbibû û bi dijwarî birîndarbûye.

Ew kolberê Kurd, bi alîkariya xelk û hewla navenda Hawarhatinê ya binkeya Hawarhatinê ya “Qelacê” ya bajarê Sewlava, li bilindahiyên çiyayê “Tete” anîne xwarê û bo navenda dermanî veguhastin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/03 - 2019-06-24 - 11:47

Du welatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan