Welatiyekî temen 38 salî li bajarê Seqizê dawî bi jiyana xwe anî
2019-05-11 18:15Çap‌Binin250 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Welatiyekî temen 38 salî li bajarê Seqizê dawî bi jiyana xwe anîAjansa Kurdpa: welatiyê Kurd yê xelkê yek ji taxên bajarê Seqizê, bi sedema betaliyê, dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî rapora gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, li roja Înê, 20`ê Banemera 1398`an(10`ê Gulana 2019`an), welatiyekî temen 38 salî û xelkê bajarê Seqiz yê bi navê, Hesen Mehmûdî, dawî bi jiyana xwe anî.

çavkaniyeke agedar di vê barê de bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: Ev welatiyê Kurd bi sedema betalî û bilindbûna asta kirêya malê, kutayî bi jiyana xwe aniye.

Herwisa vê çavkaniyê daye xuyakirin ku, navbirî xwediyê jin û zarokane, û kirênişîn bûye.

Bi gotina civaknasan, bilindbûna asta xwekujiyan û zêdebûna xesarên civakî, diyardeyeke çend alî û çend sedeme û pêwîstî bi bas û analîzek hûr heye.

Sedemên wekî, hejarî, nebûna wekheviya behrebirin ji saman, bêkarî, guhirîna bihayên civakî û zêdebûna cudahiya qatên civakê, ji hegerên xwekujiyan li welatê Îran tên hisêb kirin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/03 - 2019-06-24 - 11:47

Du welatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan