Termê kolberê Kurd yê vindabûy peydabû
2019-05-08 11:22Çap‌Binin239 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Termê kolberê Kurd yê vindabûy peydabûAjansa Kurdpa: Termê kolberê Kurd yê ku li rûbara”Cêrmî” xeniqîbû, piştî derbazbûna sê rojan bi ser vê bûyerê, hate peydakirin.

Li gorî rapora gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, termê kolberê Kurd yê bi navê Ferzad Nûrî, kurê Fireiydûn û xelkê gundê Enbî a girêdaiy devera Tirgewer ku li rûbara Cêrmî ya li bilindahiyên sînorê bajarê Urmiyê xenqîbû, bi hewl û têkoşîna xelkê deverê hate peydakirin.

Ev kolberê Kurd roja Yekşemî 15`ê Banemerê digel kolberê din yê bi navê Burhan Terbî, li dema kolberiyê, li rûbara “Cêrmî” xengîne.

Termê Ferzad Nûrî piştî veguhastina bo gundê Kaye, piştire bo gundê Enbî veguhastine.

Ev du kolberên Kurd li rûbara Cêrmî ya ku ber bi gundê Beresorê diherike, rastî vê bûyerê hatine.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/03 - 2019-06-24 - 11:47

Du welatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan