Du hevwelatiyên Kurd bi 10 sal hepis hatin cezadan
2019-05-05 17:49Çap‌Binin245 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Du hevwelatiyên Kurd bi 10 sal hepis hatin cezadanAjansa Kurdpa: Du hevwelatiyên Kurd yên xelkê devera “Mirgewer”, ji aliyê dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê, bi 10 sal hepis hatin cezadan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, 2 hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Bêhzad Şasivar” kurê Mika`îl, û “Siyamend Şasivar” kurê Mistefa, û xelkê gundê Dize ya girêdaiy devera Mirgewer ya ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê, her yek bi 5 sal hepis hatin cezadan.

Ew du hevewelatiyên Kurd, piştî sepandina cezaya dadgehê bi ser wan de, bi danîna barmteyê bi awayekî demkî heya dema lêkolîna dosiya wan li dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Urmiyê, hatine azadkirin.

Ew du hevwelatiyên Kurd, bi tohmeta “alîkarîkirin di gel yek ji Partiyên Kurd yên Opozisîyona hikûmeta Îranê” hatine tawanbarkirin.

Ew 2 hevwelatiyên Kurd, li destpêka Befranbara sala 1397`an, li gumrika Hacî Umranê hatine desteserkirin, û bo îdareya bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Wezîfedarên para heraset yên gumrika Hacî Umranê, di dema vekolîna mobaîlên wan du hevwelatiyên Kurd, ev desteserkirbûn.

Despêka meha Rêbendana 1397`an, ew du hevwelatiyên Kurd, li dema desteserikirinê, ev bo heyama du mehan li girtîgeha îderya îtila`ata bajarê Urmiyê de xwedî kiribûn û piştire, bo girtîgeha bajarê Neqede hatibûne veguhastin.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/04/03 - 2019-06-24 - 11:47

Du welatiyên Kurd hatine desteserkirin

1398/03/29 - 2019-06-19 - 13:32

Hevwelatiyekî Kurd hate desteserkirin

1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan