Cêhigirê, siyasî û ewlehî yê parêzgeha Sine partiyên Kurd li şerê Şaho tawanbar da zanî
2019-04-25 19:01Çap‌Binin350 Qebarei Font: Bigger‌Smaller

Cêhigirê, siyasî û ewlehî yê parêzgeha Sine partiyên Kurd li şerê Şaho tawanbar da zanîAjansa Kurdpa: Cêhigirê siyasî, ewlehî û civakî yê parêzgeha Sine, di şer û pevçûna li çiyayê Şaho a girêdaiy bajarê kamyaranê de, Partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê tawanbar da zanîn.

Husên Xweşêqbal, cêhigirê siyasî, ewlehî û civakî yê parêzgeha Sine di gotûbêja digel nûçegihaniya”IRN” a girêdaiy hikûmetê tevî erêkirina şer û pevçûna li çiyayê Şaho ragehand ku, Spaha Pasdaran li bajarê Kamyaranê li derdora Geşkî li nêzîkî zozanên Haniye digel hêzeke çekdar yên dijberê hikûmetê rastî şer û pevçûnê hatine.

Cêhgirê siyasî, ewlehî û civakî yê parêzgeha Sine bas ji kuştina endamekî xwecihî yê Spaha Pasdaran di vî şerî de kiriye, lê, hûrdekairiyên derheq vî şerî de, nehatine zelalkirin.

Roja Çarşemî rêkefta 4`ê Banemerê, di encama şer û pevçûna digel girûpeke çekdarî a nenaskirî de, çend endamên Spaha Pasdaran hatin kuştin û birîndar kirin.

Di wî şer û pevçûnê de, yek ji endamên xwecihî yê Spaha Pasdaran yê bi navê Sabir Dirûdî bi dijwarî birîndar bûye.

Heya niha tu yek ji partiyên Kurd yên opozisyona Hikûmeta Îranê ev şera negirtiye bi stûyê xwe.

Peyva dijî hikûmetê li edebiyata siyasî a hikûmeta Îslamî a Îranê ji van kesan yan ji hin hereketan re tê gotin ku çalakiyên siyasî yên van kesan yan aliyan berewajiyê siyasetên fermî yên hikûmeta niha ya Îranê dibe.
Balatarin

Nûtirîn nûçe


1398/03/25 - 2019-06-15 - 18:06

welatiyeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî

1398/03/24 - 2019-06-14 - 11:34

Kolberekî Kurd hate kuştin

1398/03/19 - 2019-06-09 - 17:52

Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan

1398/03/12 - 2019-06-02 - 18:10

Welatiyekî Kurd li bajarê Sine hate desteserkirin

1398/03/12 - 2019-06-02 - 14:12

Morexesî ji girtiyên siyasî Kurd re nedan

1398/03/11 - 2019-06-01 - 12:54

Welatiyekî Kurd hate bidarvekirin

1398/03/07 - 2019-05-28 - 12:05

Kasibkarekî Kurd hate birîndarkirin

1398/03/06 - 2019-05-27 - 13:41

Çalakvanekî Kedkariyê yê Kurd hate cezakirin

1398/03/04 - 2019-05-25 - 14:22

Sê ciwanên Kurd hatin desteserkirin